NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO ku nêzîkê 240 ciwanên enternasyonalîst û yên Kurdistanê bi navê ‘’Rêwîtiya Azadiyê’’ dest pê kir, berdewam e.
Roja sisêyan a rêwîtiya xwe jinên ciwan ku li Oberhausen HBF’ê hatin ba hev, ji bo balê bibin ser pêngava ‘’Jin, jiyan, azadiyê, bi ser bixe azadiyê’’, bi fûlarên mor pankartên têkildarê pêngavê hildan.
Bi pankart, al û tîşortan ji îstgeha navendî ya Oberhaûsenê ta navenda Dûîsbûrgê nêzîkê 15 kîlometreyan meş hat kirin.
Êvarê jî bi pêşengtiya jinên ciwan wê li Navenda Çanda Kurd a Dusseldorfê semînerek bê çêkirin. Di semînerê de wê niqaş li ser polîtîkayên şerê taybet ê berpêyî jinan û xweparastinê bên kirin.
Îro jî ser sibehê ciwanên Kurdistanî û ciwanên navneteweyî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin cem hev, di roja 4’emîn a meşa “Rêwîtiya ber bi Azadiyê” ya ku di 4’ê Îlonê de dabûn destpêkirin, wê ji bajarê Neuss ê Elmanyayê heta Dusseldorfê bi qasî 15 km bimeşin. Meşa ku bi coş û coşa roja yekem dest pê kir, bi dirûşmeyên azadiya fîzîkî ya Rêber APO berdewam dike.
Qonaxa dawî sibê ye!
Di roja 5’emîn a qonaxa dawî ya meşê de, di 8’ê Îlonê de ciwanên ku wê ji Kolnê heta navenda bajarê Mulheîmê bimeşin wê danê êvarê li vir dawî li meşa xwe bînin.
Divê têkoşîna li dijî tecrîdê mezin bibe
Ciwanan 3’ê Îlonê roja Yekşemê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dortmûndê konferansek li dar xistin. Di konferansa ku bi şîara “Bi Ciwanên Rêxistinkirî re Azadiya Rêbertî” û nîqaşa ku piştre hat lidarxistin, ciwanan fikrên Rêber APO nîqaş kirin. Pankartên “Jin Jiyan Azadî, Ji Abdullah Ocalan re Azadî” û pankartên “Me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi ser bikevin”, “Şerê gel azadiya gelan e” ya Rêber APO hatin vekirin û pankart hatin daliqandin. Di dema nîqaşên bi kurdî hatin kirin de, giranî li ser mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin.
Hûrguliyên nûçeyê wê di nava rojê de bidomin.
Roja pêncemîn a çalakiyê û ya dawîn wê ji Kolnê ber bi navenda Mulheîmê ve meş bê kirin.