MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê Yûsûf Pîrosî, Têkoşer Pêncewîn û Zerdeşt Îsyan ku 27’ê Tîrmehê, li qada Bêtkar ya Navçeya Elkê ya Şirnexê di encama bombardûmanê de şehîd bûbûn, bi merasîmekî girseya hatin bibîr anîn. Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) her sê şehîdên HPG’ê Yûsûf Pîrosî, Têkoşer Pêncewîn û Zerdeşt Îsyan ku 27’ê Tîrmehê li qada Bêtkar ya Navçeya Elkê ya Şirnexê di encama bombardûmanê de şehîd bûbûn, bi merasîmek girseya hatin bibîr anîn.
Merasîma bîranînê, li Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê bi amadebûna gelê wargehê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê wargehê Ehemed Nêrwehî axivî.
Yek ji wan kesên ku şehîd bû jî milîsê bi navê Yusuf Pîrosî ye ku 33 salan herî zêde di nava refên gerîla de şer kir. Yûsif Pîrosî kedkarekî mezin bû ku bi sadebûn, fedekarî, durustî, moralê xwe yê bilind û enerjiya xwe ya xurt beşdarî têkoşînê bû, 33 salan bi îradeyeke mezin li ber xwe da û di qadên herî dijwar û xeter de wezîfe girt. Welatparêzekî mezin bû ku ji dil û can bi doza azadiya gelê Kurd bawer bû, ji bo serketinê bê dudilî hemû cangoriyên xwe dan pêş û kedên girîng di têkoşînê de dan. Yûsif Pîrosî bi ruhê fedaî yê Apoyî xebatên xwe yên milî pêk anî û tevlîbûneke bêhempa nîşan da ku gihiştiye lûtkeya welatparêziyê. Şehîd Yûsif bû sembol û weke mînakeke mezin a ked, fedekarî, cesaret, welatparêziya bêhesab û baweriya bi doza azadiyê ket dîroka têkoşînê.
Beriya ku bîranîn dest pê bike, ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Mûrat Encû nasnameya şehîd Yûsif xwend.
Hevjîna Yusuf Pîrosî Beyaz mafê axaftinê hebû li ser navê malbata wî. Beyaz sersaxî ji Rêbertî û rêhevalên wî re xwest û behsa têkoşîna şehîd kir û diyar kir ku ew ê hewl bidin layiqî wî bin. “Eger em hezar salên din şehîdên xwe bi bîr bînin, em nikarin heqê wan bidin. Ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazim. Ji bo Wargeha Mexmûrê sersaxiyê dixwazim. Rast e derdê me giran e. Lê em bi şehîdên xwe serbilind in.” got.
Di dawiyê de hevrêyê wî Ehmet Şevbaz ê ku demeke dirêj li gel wî di nava milîsan de bû, behsa fedakariya şehîdê di têkoşînê de û welatparêziya wî kir. Û diyar kir ku ew ê tola şehîdan hilînin. “Bêguman tu welat bêyî rijandina xwînê azad nabe. Ji bo azadiyê herî zêde xwîna gelê Kurd rijandiye. Bi hezaran şehîdên mîna Yûsiv, li dijî dagirkeriya Kurdistanê, ji bo vê yekê fedakarî hilbijartin. Yûsif xeta ku dijmin ji bo wî xêz kiribû qebûl nekir. Her tim hewl dida vê bi ser bikeve. Yûsif hevalekî hêja bû.” got.
Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.