NAVENDA NUÇEYAN – Di 27ê Tebaxê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî, operasyoneke serbazî bi navê “Pêşvebirina Ewlekariyê” li rojhilatê çemê Firatê, bi taybet li Dêrezorê, “ji bo jinavbirina Şaneyên razayî yên “Dewleta Îslamî” (DAIŞ) li pey sûcdarên ku neheqiyê li gelê herêmê dikin, û şopandina qaçaxçiyên ku debara gel îstismar dikin.”
Di 30’ê Tebaxê de, QSD’ê fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed El-Xebîl, ku bi navê Ebû Xewla tê naskirin, ji erka wî dûrxist, ji ber ku “di gelek tawan û binpêkirinan de, di nav de têkilî û hevahengiya bi hêzên derve re. dijminatiya şoreşê, pêkanîna tawanên tawanan û bazirganiya bi madeyên hişber, nerêveberiya nebaş a rewşa ewlehiyê, rola wî ya neyînî di zêdekirina çalakiyên şaneyên DAIŞê de,” li gorî QSD.
Komên Çetenên ku ji aliyê rejîma Sûriye û Îranê ve tên alîkariya wan dixwestin li herêmê aloziyê çêbikin û li dijî QSD’ê çek hildan, lê ji ber operasyonê hatin şikandin. Li ser vê rewşê me bi 2 endamên Hêzên Komando re axivî:
“Nave min Dilşêr Efrîn ez endamê hêzên Komandos. Hevalên me li Dêrezorê berxwedaniyek mezin dikin. Di encama operasyonê de pênc hevalên me yênkomandosê gihîştin asta şehadetê. Em li ser fikrê neteweya demokratîk jiyan dikin û armanca me ev e ku em ferq û cudahiyê nexin navbera Kurd û Ereban de û em ti car nahêlin ku ev yek bibe. Jixwe ev pilan vala derket. Di dawî de em bi ser ketin. Gelê Dêrezorê pir kêfxweş bûn ku van çeteyên ku li hemberî fikirê Netewa Demokratîk êrîş kirine, hatin binxistin.”
“Nave min Kados Dirbêsiyê. Pêngava “Xurtkirina Ewlehiyê” li dijî çeteyên DAIŞ û kesên ku xwestin tevliheviyê li deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbikin, hatibû destpêkirin. Ev operasyon ji gundewarên Reqayê dest pê kir heta Dêrezorê.
Di bin navê “Pirsgirêka navbera Kurd û Ereb” de dixwast xwe bidin qebûlkirin. Armanca wan ew bû ku şoreşa hatî destpêkirin bi hemû pêkhateyan têk bibin. Pêngava QSD bi serkeftî dest pê kiriye û ber bi dawî diçe, gelê Dêrezor di vê pêngavê de cihê xwe girtiye bi piştgiriya hêzên Sûriya ya Demokratîk û rabûn li hamberî van çeteyên ku êrîş kirin û bi dawî encam girt.”