AFRIN – Li dijî van êrişên qirker Hêzên Rizgariya Efrînê bi xurtî li dagirkeriyê û çeteyên wê dixe. Di vê çarçoveyê de HRE li navçeya Şêrewa a dagirkirî çalakiyek bersivdayînê pêk anî. Şervan ketin baregeha çeteyan, 4 ji wan kuştin û 3 jî birîndar bûn. Têkildarî çalakiyê Hêzên Rizgariya Efrînê HRE daxuyaniyek weşand. HRE di serîde êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ên li dijî herêmê bibîrxist û got: “Li hember van êrişan çalakiyên me yên bersivdayinê dewam dikin.”
HRE: 4 Çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn
Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li hember seranserê heremên me berdewam dikin. Li hember van êrişan çalakiyên me yên bersivdayinê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;
Di roja 7ê Îlonê de, di navbera gundên Kîmarê û Beradê ya navçeya Şêrawa li hember baregehek çeteyên dagirker, ji aliyê hêzên me ve çalakiyek serdagirtinê hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn. 2 çeper, 1 mange, kamerayek mobese û motorsîkletek çeteyan hatin ruxandin. Di vê çalakiyê de herwiha çekek BKC, zincîr û fîşekên wî, 2 çekên AK-47 bi rext û jarjoran, 1 dûrbîna şev, 2 telefon, 2 cîhazên bêtel û nasnameyek hatin desteser kirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
08 Îlon 2023