MEXMÛR – Perwerdeya muzîkê ya ku 3 meh berê bi pêşengiya Sitêra Zerîn hatibû destpêkirin îro bi dawî bû. Di dewreya perwerdeyê de ku nêzî 100 xwendekar beşdar bûn; Baglama, tembûr, gîtar û hwd gelek amûrên muzîkê hatin hînkirin. Endamên Sitêra Zerîn bidawîkirina dewreya perwerdeyê li Parka Ş. Zehra Penaber bi moralek pîroz kirin. Bi sedan şêniyên Wargeha Rustem Cûdî beşdarê moralê bûn.
Her wiha her xwendekarekî beşdarî perwerdeyê bû piştgiriya xwe ya ji bo “Kampanya Nameya ji bo Rêber APO” ku di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê de hatiye destpêkirin ragihand û nameya ku nivîsandibû radestî ciwanan kir.
Moral bi coş û kelacanekî mezin bi dawî bû.