ŞENGAL – Endama YPJ’ê Şehîd Vejîn Jiyan a di 7’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da, di navbera salên 2018-2021’an de li Şengalê kar kir, gelek ciwan bi rêxistin kir û perwerde kir. Ji bo gelê Şengalê li ber xwe da û bû yek ji hevalên ku di dilê wan de cih girt. Li ser vê bingehê ciwanên Şengalê, endama Asayîşê Dilovan Ezîdxan û endamê Meclîsa Şengalê Xalid Şengalî ji ajansa Nûce Ciwan re behsa têkoşîn, xebat û taybetmendiyên Şehîd Vejîn Jiyan ên di dema li Şengalê de bû, kirin.
Dilovan Ezidxan:
24 saetan dixebitî û hemû wextê xwe ji bo vê civakê terxan kir
“Di serî de di şexsê Şehît Vejîn jiyan de em giştî şehîdên fermana 3’ê Tebaxê bibirtinin. Bi rêzdarî bejna xwe li ber biranîna wan ditewinin. Ratî jî hevala Vejîn di demên di zor û zexmetiyê de hat Şengalê û kar û xebat da meşandin. Civaka me ji fermanekî rizgar kirin. Xwesteka wî ev bû ku civaka me êdî ji zor û zexmetiyan de derbas nebe. 24 saatan kar kiribû wextê xwe hemû dabû vê cîvakê. Dabû ciwanên Şengalê, dabû ciwanên Êzîdxanê. Rastî jî em çiqasî bêjin jî bi gotinekî an jî bi seetekî kar û xebatê ku heval Vejîn kiri ye binin li ser ziman.
Dema ku heval Vejîn Şengalê bû donemekî xurt bû. Hedefê wî bi xelqê Şengalê re. 24 saatên xwe dabûne kar. Heval Vejîn hevalekî fedakar bû. Hevalekî her tim dixwest ciwanê me xelqê pêşbikeve. Êdî ferman u qetlîamên dijmin li ser me de neyîn. Em wek şagirtên hevala Vejîn, em soz didin hevala Vejîn emê tola wî helînin û xwiyna wî erdê nehêlîn.”
Xalid Şengalî:
Ew çalakvan û hevalek bihêz bû!
“Belkî em bi çend gotinan nikaribin rastî û hewldana wî bînin ziman. Lê bi wijdanî ez hewce dibînim ku ji bo vê hevalê tiştekî bêjim.
Heval Vejîn di vê de rê de kar kiriye. Belkî em nikarin bi gotinekî ew heqîqeta wî, texba (westandin) wî li vê de rê de binin li ser ziman. Wek vijdanî derhaqê vê hevalê de pêwiste mirov tiştekî bêje. Salên zexmetiyên ku Şengal jiyan dikir de li vê de rê de hazir bû. Hevalekî çalak bû, xurt bû. Me dît şev û roj di nav çalakiya de, di nav milet de, di nav kar de amade bû. Hevî û baweriya wî mezin bû. Îradeyekî pê re hebû, ew îradeya wî ya heyî, baweriya wî ya heyî dikir ku însan derdorê wî de kombibin. Sekan wî û karê ku dikir bandorekr bû û dihişt ku kesên derdora wî tevlî kar û xebatê bibin.
Hevalên ku hatine Şengal û şehîd bûne em dêynadarê kada wan û texba wan in. Cihê wan bihûşt bibe. Serê malabatên wan serê hevalên wan sax be. Her dilê xelqê Şengalê de dilê me de bimine.Dema ku sûreca êrîşên li ser asayişên Şengalê hebû şev û roj di nav milet de bû. Dixwast bi çalakiyan re vê êrîşê bide seknandin. Wekî min got çalak bû. Ew pêşengtiya van çalakiyan dikir. Belkî em pir nêzî hevdû ninbûn lê kena wî bawerî û hevî dida derdora xwe. Dema em diçûn malbata yekser çavê gel wî digeriya û wî dipirsiyan. Hevalekî wisa bû.
Ez dubare dibejîm em çiqas jî binin li ser ziman kêm dimîne. Serê malbata wî û hevalên û sax be.”