VAN – Wek tê zanîn “Di 31’ê Tebaxa 2023’an de Şoreş Berxwedan û Deyndar Xalîd ên li gundê Çamilî yê navçeya Qelqelî ya Wan’ê dema ku li ser erka xwe bûn û di navbera wan û artêşa Tirk a dagirker de pevçûn derdikeve. Her du gerîla bersiv didin dema dijmin hewl dide ku cihê wan dorpêç bike. Di encamê de şerekî giran rû dide. Artêşa Tirk a faşîst ku ji bejahî ve nikare li hemberî her du gerîlayan şer bike, bi helîkopterên êrîşê cihê her du gerîlayan bi saetan bombebaran dike û di encamê de 2 gerîlayên bi navê Şoreş û Deyndar şehîd dikevin.
Li ser vê bingehê Yekîneyên Tolhildanê yên Şoreş Berxwedan û Deyndar Xalîd li navçeya Xaçort a Wanê li dijî polîtîkayên şer ên dijmin ên li dijî gerîla û gelê Kurd, bi teqemeniya desta çekirî (EYP) li dijî wesayiteke zirxî ya dewleta Tirk a faşîst çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de wesayîta zirxî derbeke mezin xwar.
Yekîneyên Tolhildanê ev çalakî diyarî gerîlayên Şoreş û Deyndar ên li Qelqelî şehîd bûbûn kirin û destnîşan kirin ku ew ê xwîna şehîdan li erdê nehêlin û li dijî van polîtîkayên şerê qirêj ên dijminê faşîst her tim di nava têkoşînê de bin û heta yek faşîst li ser axa Kurdistanê nemîne wê çalakiyên xwe bidomînin.