NAVENDA NUÇEYAN – Hejmarên Îlon û Cotmehê yên Kovara Ciwanên Welatparêz ên du meha carek derdikeve bi şîara “Bi Ruhê Apoyî Xwe Nû Bikin Cenga Azadiyê Serbixin” bi we re ye.
Di perspektîfa Rêbertiyê ya bi navê “Komara Metinger Qirêj û Tawanbare” de polîtîkayên şerê taybet ên Komara Tirk a faşîst û derbeya 12’ê Îlonê hatin nirxandin.
Di perspektîfa ciwanan a bi sernavê “Em hemû hêza xwe ji bo pêşxistina serhildanan seferber bikin” û perspektîfa jinên ciwan a bi sernavê “Erka me ya sereke ye ku em têkoşînê ji Îmraliyê derxin û li her qada ku em lê belav bikin” de erk û berpirsyariyên ciwanan hatin nirxandin. Di beşa dosyayê ya kovarê de bi nivîsa “Bersiva herî mezin a ji komployê re gerîlabûn e” bang li ciwanên Kurdistanê hate kirin ku tevlî nava refên gerîlayên azad bibin. Di nivîseke din a dosya de bi sernavê “Di Komkujiya 12’ê Îlonê de Jinbûn” de Li ser berxwedana ya jinan a di pêşengiya Ş. Sara de li hemberî hovîtiya 12’ê Îlonê ya li Girtîgeha Amedê hate destgirtin.
Di beşa portreyê ya kovarê de bi nivîsa bi navê Evîndarê Gerîlatiyê têkoşîn û jiyana Şehîd Andok Ozgur hate vegotin.
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Ûmît di beşa hevpeyvînê ya kovarê de, di gotara xwe ya bi sernavê “Bi navendkirina çalakiyan re pêngavê Rêxistinkirin girîng e” der barê ciwanan de perspektîfan da. Di beşa bîranîn de jiyana Heval Mazlûm Dogan û berxwedana wê ya li girtîgehê bi nivîsa Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Muzaffer Ayata hatiye vegotin.
Herî dawî danezana dawî ya 1. Konferansa Ciwanên PKK’ê jî di kovarê de cih girt.
Di vê hejmara kovarê de gelek mijar û sernivisên din jî hene ku dê bala ciwanên Kurdistanê bikişîne.
Hûn dikarin xwe li ser van navnîşanan bigihînin Kovara Ciwanên Welatparêz ku her du mehan carekê bi şîara “Di Sosyalîzmê de Îsrar Mirovbûnê de İsrar e” tê weşandin.
Bi ruhê Apoyî têkoşîna ciwanan berfireh bikin! Kovara Ciwanên Welatparêz bixwînin û nas bikin!
Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin!
Site: https://komalen-ciwan.com
Telegram: t.me/yurtsevergenclik
Telegram: t.me/KmlnCwn
https://issuu.com/yurtsevergenc