NAVENDA NUÇEYAN – Bi pêşengiya jinan, bi sedan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe da qadên çalakiyên bîranîna Jîna Emînî. Jina Kurd Jîna Emînî di 16′ê Îlona 2022′yan de bi hinceta ku serê xwe baş girê nedaye, ji aliyê “Polîsên Exlaqê” yên dewleta Îranê ve hatibû qetilkirin.
Piştî qetilkirina Jîna Emînî, bi pêşengiya jinan li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” serhildana gel dest pê kiribû.
Bi boneya salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî û serhildanê tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê çalakiyan li dar dixin.