NAVENDA NÛÇEYAN – Di sala 1982 di roja 17’ê Îlonê Heval Ali Çiçek di berxwedana zindanê Amedê jiyana xwe ji dest da. Weke şehîdekî, weke sembolekê ciwanên Kurdistanê ketiyê dîroka Kurdistanê. Di we pevajoyê de dewleta tirk alî dagirkerî û faşîsmê de hindek zêdetir êrişên xwe ser gelê Kurd zede kirîbû. Weke mîna grûpa Apoyî derketîbû û ji bo na ku em bitewînen, berxwedana wan bi dawî bikin hêzen faşîst dest bi darbeyan kirin.
Bi darbeyan leşkerî xwastîn pêşiya belavkirina pêşengen ciwanên Kurdistanê bigerin
12’ê Adarê 1971’an de cara yekemîn askerên tirk ji bo dewlete darbeyekê pêk anî. Bi wî darbeyê xwast ku revebirina dewlete bigire dest. Herî dawî ji 12’ê Îlonê 1980’an de weke rejîma eskerî dewleta bi temamî bi dest xist û bi we derbeyê xwastin ku hêza ku li Kurdistanê derktiyê, pêşengiya ciwanên ji bo şoreşê dikin, ew rihê 68 ye ciwana afirandiyê belav nebe Tirkiyê û Kurdistanê û ji bo na we yeke jî ev derbê hat planzasî kirin.
Tabî ev darbe ye ku plan dikin têne sere xwe askeran tirk ninbû. Bi wê derbe we girêday berjewendiyên Amerika hebû. Dîsa ji karên berjewendiyên dewlet bi xwe hebû, berjewendiyên leşkeran bi xwe hebû. Ya din jî ew hêzen weke çepgir û sosyalîst tê penaser kirin ji bo na bitewînin, ji bo na wan ji holê rakin, tinê bikin ev derbe hat plansazî kirin. Pranî ev derbe, despêka wî mesela Kenan Evren dema ku ev darbe da despek kirin yek peşenge we darbe digot ku, ‘dema ku min berxwedana Hîlwanê dît û ez ser wedere derbasbûm min biriyarê we darbe da û min kir’. Yanî ew pevajo li Kurdistanê, tevgerên Apoyî di nav li vir tevgerekî pir giring da bûn. Milê Riha ye, taybet Sîlwan, Hîlwan, Siverek bi deste Hevalan ketîbû û rêverberî deste PKK de bû. Ji bo na we yeke jî rejîm we ya qebûl nekir û darbeya leşkerî pêk anî.
Bi derbeya 12’ê Îlonê gireday – pergala zindan û îşkence ye
Bi we rejîmê girêday, tişte ku herî zêde derket, pergala zindan û îşkence kirin bû. Bi işkence û zindana xwestin ku berxwedanwanên û şoreşgerên PKK yê teslîm bigirin. Temamî li zindan mantiqê teslîmyetê hat avakirin. Ji bo ku îradeya wan teslîm bibe îşkenceyên ku neyên bîra mirov di wan zindanan de hat pek anîn. Ji bo berxwedana zindanê, zindana Amed peşengtiyek kir. Di we peşengtiyê de herî pêşde milîtanên PKK yî cihê xwe girtin.
Sala 1981’an de peşengen PKK yî bi deste darbeykaran de hat girtin û hat avêtin zindanê. Heval Kemal Pîr, heval Mazlûm Doğan, heval Hayrî Durmuş, heval Akîf Yîlmaz, diza heval Ferhat Kurtay. Heval Ali Çiçek ji wan hevalan de bûn. Ev zindanê de tiştan ku xwastin bikin, ev pêşengan teslîm bigirin û PKK ji ortê rabikin. Faqat li hemberî ev işkence xwedîderketineke ji berxwedane, xwedîderketineke PKK asteke pir bilind de pêk hat. Dijmin jî ne di baweriyê de bû ku di we asta bilind de berxwedaneke bi wî şiklî derdikeve.
Piştî şehadeta heval Mazlûm Doğan êdî dijmin nikarîbû ew berxwedanê bide sekînandin
Hin zêdetir işkence hat mezin kirin, hin zêdetir işkence hat bilind kirin ji bo ku îrade hevalan bişkîne. Ji bo ku bi rûmeta wan bileysin bi rêbazên ku nayê bîra mirovahiyê ji wan zindanan da pêk hat. Li hemberî wan zindanan despêkê bi berxwedana heval Mazlûm Doğan bersiveke xûrt hat dayn. Mazlûm Doğan 21’ê Adarê 1982’an de li hemberî faşîsma dewleta tirk, li hemberî îşkencexanêya zindana Amedê agirê berxwedanê pê da û bedena xwe kir mîna agirê Newrozê şewtand. Ser wî esasî çalakiya xwe pêk anî. Piştî we çalakî dewlet matmayî ma, li hemberî berxwedaneke bi wî şeklî nûbû. Ji bo na ev berxwedan yanzmaî hevalên din jî nebin, dewlet ser wî girt. Heta demekî dirêj agahiya partî jî şehadeta heval Mazlûm Doğan jî çênebû. Piştî ku şehadeta Heval Mazlûm di nav zindanê de belav bû petên şoreşê hin bilindtir bû. Alî xwedîderketina wê berxwedanê, alî mezinkirina wê şoreşê hemû heval, yê ku di zindana Amedê de ne, cih di we berxwedanê de girtin.
Duh heval Mazlûm Doğan çalakiya Caran di 17’ê Gulanê de hat çekirin. Caran Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Neçmî Oner ji bo na ku bibin bersiv, ji bo çalakî heval Mazlûm Doğan di salvagera 4’êmîn, salvagera şehadeta heval Hakî Karer de ev çalakî pêk anîn û bûn xwedî berxwedanekî dîrokî. Di nav caran de jî heval Neçmî Öner jî mîna sembola ciwanan tê nasîn. Ev heval jî dema tevlî PKK’ê buyê di amrekî ciwan de, di amrê navbera 17-18’de tevlî dibe û di xwendina lice de, mektepa amadey ê de partî nasdike û bi we şewazê tevlî berxwedana PKK’ê dibe, tevlî refên PKK dibe. Ew jî mîna sembola ciwanan mîrov dikare penaser bike.
Bi berxwedana ev çalakiyan edî dijmin nikarîbû ew berxwedanê di zindanê de bisekînin ne. Ji bo na ku beriya wan berxwedanan bigire hin hovanê êrîşa ser hevalan kir, hin zedetir ser hevalan de çû û ji bo na ku wan teslîm bigirin îşkenceyen hin cûdatir pêk anîn di wê zindanê de.
Bi pêşengen PKK’ê gireva bîrçibuyinê despe kir
Piştî çalakiya caran, weke pêşengen PKK’ê Kemal Pîr, Haryî Durmuş tê nasîn. Ev heval di damezrandina PKK’ê de jî cihê xwe girtine. Weke endamê komiteya Navendî jî tên nasîn. Ji bo na ku bersiv bidin ew berxwedanê di 14’ê Tîrmehê de gireva birçîbûyn ya mezin, ya mirinê dan despêkirin. Ev heval di giraniya ev tiştê da bu ku ruxmî ku ew endamê komîteya navendî yê beriya wan çalakiyan hatibûn çekirin, ji bo na ku bibin bersivê wan çalakiyan we gireva birçîbûyn we dan despêkirin. Heval Kemal Pîr hevalekê tirk bû. Despeka avakirina grûpa Apoyî de cihê xwe girt û heta dawiya jiyana xwe jî ji bo mezinkirina ev berxwendanê hin zedetir têkoşin da. Heval Kemal Pîr weke hêza çalakiya PKK tê nasîn. Bi hareketbuyina wî, bi dînamîzma wî, Serokatî famkirin û pêkanîna wî tê nasîn. Serokatî ji bo na wî dibejê ku ‘niv saet min gohdarkir edî şûnde çî pewist bû kir’ yanî taybetmendiyekê wisa di Kemal Pîr de hebû. Ev heval di aslê xwe jî tirk e. Xelaskirina gelê tirk di azadbûna gelê Kurdistanê de dît û tevlî nava refên şoreşên PKK bû.
Heval Akîf Yilmaz hevaleke ji Serhedê bû. Dema girevê birçîbûnê despe kir ev heval jî yekêm sira cihê xwe girt. Disa heval Hayrî Durmûş weke zanebûn, îdeolojê PKK tê nasîn. Yek ji wan hevala ne. Ali îdeolojiya we, ali bîrdoziya wî, milê wî pir xort bû. Ji bo na ku hin zedetir tekoşin bilind bibe yekem car we çalakî da despê kirin heval Hayrî Durmûş bû. Di mehkameya dewleta tirk de îlan kirina we çalakî bi devê wî hat kirin û ser wî esasî çalakiya 14’ê Tîrmehê hat despê kirin.
Rêheval Ali Çiçek weke Stêrka Sor tê nasîn û bû sembola ciwanên Kurdistanê ye
Ê ku pêşengtiya we çalakî kir ji yek rêheval Ali Çiçek bu. Ali Çiçek aslê xwe ji Hîlwanê ye. Bi 16-17 salî wê PKK dinasê û di Hîlwanê de bi hevalên PKK’yî we nasîna wî çedibe. Tevlî berxwedana Hîlwanê jî dibe. Li vir de çalakiyên leşkerî jî pêk tînê. Weke dînamîzma weke hareketbûna wî heval dîrekt digerin xebatan û xwastekê wî bi wî şeklî jî heye. Herî dawî dema ku ji Hîlwanê dixebitî heval Ali Çiçek te girtin û te şandin zindana Amedê. Heval Ali Çiçek dema ku amadeyê dixwend, lice dixwend, partî naskir û di we lice de dema ku dixwend xebatên partî jî meşand. Gelek kesên ku sympatîsanên partiyê, gelek kesin ku bibe Kadroyê, pêşenge partiyê tevlî nava refên PKK jî kir. Ev taybetmediya wî jî hebû.
Heval Ali Çiçek di zindanê de di bin îfadeya polîsan de, di binçavkirinê de yek peyvek bilê dijmin nikarê ji devê wî bigirtana. Ji bo na ku bi zorê îfadey bigirin bi rojan, bi mehan di bin îşkence de ma, ama Heval Ali Çiçek bi kiraseke spî di we îşkence derket. Tiştek ji bo dijmin ne nivisand. Ji bo ev berxwedana wî hevalên ku weke pêşengên partî te nasîn, Heval Hayrî Durmûş, ji bo na heval Ali Çiçek digot ‘Stêrka Sor’ mîna ku dûlkirin dida tê binavkirin û navê heval Ali Çiçek di zindanê Amedê ye weke Stêrka Sor tê binavkirin, heta roja me îro jî, em rêheval Ali Çiçek weke Stêrka Sor ye ciwanan penaser dikin.
Heval Ali Çiçek di berwedana gireva birçîbûnê de jî peşengtiya xwe kir. Asta wî ya mîlîtanbuyînê, asta wî ya fedaiyê, asta wî ya peşengkirinê ji bo ciwanên Kurdistanê îro asta herî bilind diyar kiriyê. Asta herî bilind diyar ku di tevlîbûna berxwedana diyar kiriyê. Ji bo na we yekê jî bû na sembola ciwanên Kurdistanê.
Berxwedana zindana Amedê bu bombeyeke mezin ku di mejiyê dijmin diteqiya
Ev berxwedana ev hevalên me di zindana Amedê de avakir û ji bo dijimin bû bombeyeke mezin ku di mejiyê wan de teqîya. Herî dawî 15’ê Tebaxê 1984’de bi berxwedana gerîla yekem car di bin pêşentiya komîtan Agît de bersivekê herî xort girt. Tarzê Serokati yê, bersiv deyna şehadetan bi wî şekliyê. Dema ku heval Hakî Karer şehîd ket partî hatiyê îlan kirin. Ji bo na ku xwedî derketina şehîd ketina ev hevalan jî pengava 15’ê Tebaxê hat despe kirin û pengava 15’ê Tebaxê di dijmin de belavbuyînek da nişan dan. Cara yekem gerîla li çiyayê Kurdistanê dest bi şerê xwe ye çekdarî kir û bi we şewazê bersîveke herî xort ji bo zindana Amedê, ji bo darbeya 12’ê Îlonê bû bersiveke herî mezin.
Wan hevalan taybet ji bo ciwanên Kurdistanê xeta çalakiyê û fedayîbûnê diyar kir
Ew heval ji me re, taybet ji ciwanên Kurdistanê re, xeta çalakiyê diyar kirin, xeta fedaîbuyînê diyar kirin, xeta mîlîtanbuyînê diyar kirin. Ji bo na her êrkên partiyê, ji bo na her cihên ku te de cih digirin, ji bo na ku li hember hemû êrişên dagirkerî û faşîsmê çawa mîrov dikarê bibe bersiv ev heval wiya nişanê me dan.
Heta îro jî pewiste bi bîranina heval Ali Çiçek ciwanên di tekoşina xwe de nirxên ku Ali Çiçek afirand weke xetekê girîng bidin diyar kirin û ser wê xete bixwazin bimeşinin. Rêxistina xwe bilind bikin û xebatê xwe berfirêh bikin. Ji bo bîranina heval Ali Çiçek heya îro ciwanên Kurdistanê di nava PKK’yê de di Akademiyan li ser navê Ali Çiçek perwerde dibînen û bi we şewazê weke ku Serokatî jî da diyar kir „Belkî yek mîlîtan şehîdketibê ama îro hezaran mîlîtan bi navê derkevin’ jî di wan akademiyên de perwerde dibin, tedigihijîn û di rêya rêheval Ali Çiçek de xwe perwerde dikin. Ji bo na we yeke jî mirov dikare bibejê ku herî xort mîrov dikare bîranina ev hevalan bi qata xwe ya mîlîtanbuyînê, bi tevlîbûna xwe, bi partîbuyîna xwe, bi peşengtiya xwe avabike û ser wî esasî tevlî nava refên gerîla bibe.
Niha fedaîtî, niha mîlîtantî, pirsgirekên navxweyê, pirsgirekên kesayetî, pirsgirekên yên tevlîbuyînê û partîbuyîne qebûl nake. Xeta berxwedanê û xeta şoreşê rêheval Ali Çiçek da diyarkirin, wekê ciwanên Kurd jî di vê rêyê de meşandin û li gorî we rê çuyin ew bibe bersiva herî xort ji bo na dagirkeriyê.
Di Kurdistanê de îro şerêke hebûn û tinêbûn didominê
Kurdistanê hin di bin dagirkeriyê de yê û hin jî êrişên cur bi cur bi destên dewletên navnetewî pêk tê. Li Şengalê êrîşên tên kirin, li Başurê Kuristanê êrîşên tên kirin, li Rojhilat rejîma Iran sext û zorî ser civaka mê dewam dike, Şoreşa Rojava hertîm bin êrişan de ye û disa li Bakûrê Kurdistanê dewleta dagirker êrîşên xwe hin dijwartir dimeşînê. Heya bersiveke xort nayê dayin ew êrîşên bidomînin. Ye ku bersiv bide wan êrîşan û wan êrîşan vala derbixînê ciwanên Kurdistanê. Ye ku xeta Ali Çiçek dimeşin ew ê bibin. Ji bo na we yeke jî, Kurdistanê ji dagirkeriyê xelas kirin, azadiyê civakê pêk anîn û li gorê paradigmayê Serokatî meşandin weke ciwanên Kurd, erka me ya serî de tê ye.
Ji bo na we yeke jî, pewiste hin zedetir, astekî hin bilindtir tevlî nava wê xebatê, tevlî nava we şoreşê bibin û azadiya Serokatî, azadiya gelê Kurdistanê û azadiya gelan pêk bînen û ser wî esasî jî tevlî we şoreşê bibin û hin gurtir bikin.
Ji bo bîranina heval Ali Çiçek bijîn pewiste ciwanan rola xwe ya peşengtî bileysin
Ji bo bersivbuyîna şehadeta heval Ali Çiçek pewiste di xeta Serokatî de bersiveke bê dayn. Hin zedetir bi pengaveke mezin, hin zedetir bi rêxistinek mezin, hin zedetir xeta çalakiyeke mezin bersiv be dayin. Tevlîbuna ciwanên Kurd di nava refên gerîla, çalakiyên ciwanên Kurd ji bo azadiya Serokatî, rêxistinkirina ciwanên Kurd ji bo avakirina moderniteya demokratîk îro de her derî Kurdistanê didome ji bo na ku em azadiya Serokatî misoger bikin û bi dest bixin. Ji bo na ku bîranina heval Ali Çiçek bijîn pewiste em pengava ku Serokatî avêtiyê rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad de rola xwe ya peşeng bileysin.
Ciwantî tenê ser zîman bi pêşengtî nayê kirin, weke ku Serokatî me penase dike tevgera jin û tevgera ciwanên pêşengên wê şoreşe dide penaser kirin. Tenê ser ziman pêşengîbuyîn û wiya anîna zîman têrê nake. Erkên me pêşengtî çi ne pewiste mirov ser wan lehurbun bike û wana pêk bîne. Erkên me pêşengtî şoreşê pêk anîne. Êrkên me peşengtî civaka azad pêk anîne. Li gorî wan erkan hin zedetir tevlîbuyin dixwazê, hin zedetir ked dixwaze, hin zedetir xebat dixwazê. Li gorî we jî em ê disa weke Komalên Ciwan em ê wê sozê didin ku şoreşa ku wan despe kiriyê, tekoşina ku wan despe kiriye, em ê bi tekoşina xwe, em ê bi tevlîbuyina xwe bigijên serkeftinê. Encax xeyalê wan, ûtopya wan dikare wisa pêk bîne û wisa texê nav meriyêtê.