MÊRSÎN – 15’ê Îlonê saet 01.20’an li dijî Çapemeniya Xizmeta Çandê ya Şaredariya Toroslar a Mêrsînê ji aliyê Yekîneyên Tolhildanê Şehîd Karker Serbest ve çalakiyek hate lidarxistin.
Yekîneyên Tolhildanê diyar kirin ku di encama çalakiyê de yekîneyên wan bê pirsgirêk ji qadê vekişiyane û diyar kirin ku çalakiyên ku hatine lidarxistin taybet li hemberê tecrîda li ser Rêber APO û êrîşên hovane yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Kurdistanê pêk hatiye ye.
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Karker gotin, “Tişta ku aîdê dewleta Tirk be, wê bibe hedefa me. Helwesta me zelal û em ê ti carî ji helwesta xwe tawîz nedin. Ev agir ne tenê Kurdistanê, wê metropolên Tirkiyeyê jî bişewitîne. Eger gelê Kurdistanê her roj bi zulm û îşkenceyên nû şiyar bibe, kes nikare bi rihetî di nav nivînên xwe de razê. “Hûn ê her dem bêhna me di stûyê xwe de hîs bikin,”