NAVENDA NÛÇEYAN – KCD, DBP û TJA’yê têkildarî êrişa li dijî Nûnertiya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê hat kirin daxuyaniyeke hevpar belav kirin û gotin: “Ên ku êrişî KNK’ê kirin di heman demê de êrişî îradeya yekitiya netewî dikin.”
Duho di saet 17-00’an de li Hewlêrê bi çekan êrişî avahiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) hat kirin. Di êrişê de Endamê KNK’ê û Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun hatiye qetilkirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di derbarê êrişê de daxuyaniyek nivîskî parve kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Kurdistan kirine navenda komkujiya Kurdan. Ev demek dirêje ku rejîma faşist ya Tirkiyê bi her awayî êrişê destkeftiyên gelê Kurd dike, di van êrişan de tu pîvanê nas nake, bi rêya SİHA’yan sivîlan qetil dike, çekên kîmyewî bikar tîne, hiqûqa navnetewî binpê dike, sûcê mirovahiyê pêk tîne. Li ser xwîna gelê Kurd dixwaze xeyalên xwe yên Neo-Osmanî pêk bîne. Bi dagirkirina Rojava û Herêma Kurdistanê hewl dide ku bigîhije vê armanca xwe.
Sedema Êrişan Bêdengiya Hêzên Navnetewî ye
Ligel pêkanîna ewqas sûcê mirovahiyê û binpêkarina hiqûqa navnetewî, sedema ku îro rejîma faşist êrişên xwe berfirehtir dike piştgiriya PDK’ê û bêdengiya hêzên navnetewî ye. PDK îro li dijî gefên Îranê yên li ser partiyên Rojhilat bêdenge, dixwaze cihên ku partiyên Rojhilat vala dikin ji bo dagirkeran bike star û rêyan çêdike, ji bo berjewendiyên xwe statûya Kurdistanê pêşkêşi dagirkeran dike. Li ser statûya Kurdistanê berjewendiyên xwe diparêze. Lewma jî gelê me li her derê van êrişan bi daxuyanî û meşan şermezar kir, polîs û leşkerên AKP-MHP’ê ji bo ev meş pêk neyên li her derê êrişî gel, dayik û parlamenterên me kirin. Yanî AKP-MHP ya faşist bi vê yekê dixwaze şirîkê xwe PDK’ê biparêze.
Êrişî Îradeya Yekîtiya Netewî Dikin
Herî dawî îro li Hewlêrê Nûnertiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) rastî êrişeke çekdarî hat û di encama vê êrişê de nûnerê KNK’ê Deniz Cevdet Bulbun hate qetilkirin. Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin, serê malbata Deniz Cevdet Bulbun û sere gelê me sax be. Di vê dema ku Şengal û Rojava di bin êrişan de ne û gelê Kurd li dijî xiyanetê meşan dike û daxuyaniyan dide de ev êriş watedarin. Gelê me li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re bertek nişan dide, doza yekitiya gelê Kurd diparêze û hewl dide ku xiyaetê mehkûm bike. Yên ku êrişî KNK’ê kirin di heman demê de êrişî îradeya yekitiya netewî dikin. Yên ku ev êrişê pêk anîne, ji yekitiya gelê Kurd ditirsin û dixwazin pêk hatina yekitiyê asteng bikin. Yên ku ji yekitiyê jî ditirsin hêzên ku berjewendiyên xwe li ser her tiştî digrinin.
Rê li Ber Şerê Navxweyî Bigirin
Yên ku piştgiriyê didin dagirkeran di heman demê de rê li ber vê êrişê vekirine. Yên ku piştgiriyê didin van êrişan û deskeftiyên gelê Kurd dikin xetereyê wê li ber îradeya gelê me têk biçin. Di vê pêvajoya ku Kurdistan li çar alî ji aliye metîngeran ve hatiye dorpêçkirin de yên ku li şûna ku mil bidin hev bi dagirkeran re şirîkatiyê dikin wê hesap bidin gelê me. Pêşeroja yên ku bi gelê xwe re xiyanetê dikin tarî ye, cihê yên ku xiyanetê li gelê xwe dikin rûpelên reş yên dîrokê ye. Em careke din bang li gelê xwe, partî û saziyên Kurdî dikin ku li dijî van êrişan bi ruhê yekitiya netewî bertek nişan bidin û rê li ber şerê navxweyî bigrin.”