MINBIC – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Minbicê ji bo bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan û Şehîd Özgür Roni duh evarê çalakiyekê li darxist in.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê û Yekîtiya Jinên Ciwan, Şehîd Vejîn Jiyan, Şehîd Özgür Ronî, Şehîd Şervîn, Şehîd Şîlan û Şehîd Janda bi bernameyekî bi bîr anîn. Sînevîzyoneke ku serjiyana şehîdan hate amadekirin û beşên ji jiyana wan hate tamaşekirin. Her wiha ji bo şêhîdan mum hate pêxistin. Piştî wê semînarek li ser rastiya şehîdan ji aliyê Şîar Mihemed ve hat dayîn û Mihemed li ser rastiya Şehîdan, nirx û prensîbên ku wan Şehîdan ji bo gelê xwe temsîl kirin axivî.
Mihemed digot: “Dewleta faşîst a Tirk gelê herêmê bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire.”
Mihemed diyar kir ku pêşengên vê civakê bi balafirên bêmirov û bi rêbazên din ten hedef kirin û di axaftina xwe de diyar kir ku bi van êrîşan ve di şexsê şehîdan de hemû gelê herêmê tê hedef girtin. Di dawiya axaftina xwe de Mihemed soza şopandina rêya hemû şehîdên ku di rêya projeya Neteweya Demokratîk û biratiya gelan de şehîd bûne dan û banga parastina destkeftiyên şoreşê kir.