Herêmên Başûrê Kurdistanê yên hatin radestkirin!

Pêvajoya ku artêşa Iraqê û Heşdî Şabî piştî referandûma 25’ê Îlonê roja 16’ê Cotmehê li Kerkûkê dan destpêkirin, dewam dike. Di vê pêvajoyê de Kurdan gelek herêm ji dest dan.

Gelek bajar, navçe, gund û herêmên petrolê yên beriya referandûma 25’ê Îlonê di destê rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê de bûn, radestî hikumeta navendî ya Iraqê û Heşdî Şabî hatin kirin.

Artêşa Iraqê, sala 2014’an li hemberî êrîşên DAIŞ’ê li ber xwe nedabû û xwe ji gelek herêman vekişandibû. Artêşa Iraqê van herêman ji nû ve kontrol dike. Hin herêm ji ber êrîşên artêşa Iraqê û Heşdî Şabî hatin dagirkirin, gelek herêm jî di çarçoveya peymana bi rêveberiya Hewlêrê re hate mohrkirin, tên radestkirin.

Herêmên ku ji 16’ê Cotmehê û vir ve ji kontrola rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê kete destê hikumeta navendî ya Iraqê û Heşdî Şabî ev in:

BAJAR Û NAVÇE

Xûrmatû,

Xaneqîn,

Kerkûk,

Daqûq,

Taze

Beşîr

Mexmûr

Rebîa

Şengal (Herêmên di destê PDK’ê de bûn)

Pirdê û gelek gundên wê

Herêmên Petrolê

Dibis

Bay Hesen

Zûmar

Û 40 herêmên biçûk û mezin ên ji bîr û parzûngehên petrolê pêk tên…

DERIYÊN SÎNOR

Perwîzxan ê navbera Kelar û Qasr-î Şîrîn

Xusrewî yê navbera Kelar û Xaneqînê

Başmax ê navbera Merîwan û Pencewînî

Deriyê sînor ê navbera Pîranşar û Hecî Umran

Deriyê sînor ê Sêmalka û deriyê sînor ê Xabûrê ku îro hate teslîmkirin

Tê gotin, ji bo radestkirina balafirgehên li Hewlêr û Silêmanî hevdîtin dewam dikin.

Gelê Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da ku rêveberiya Hewlêrê axa Başûr radestî Bexda û Heşdî Şabî kiriye. Ev rewş ji bo Kurdan weke şikestineke mein a siyasî tê dîtin.

Nivîsa Pêş