NAVENDA NUÇEYAN – Sê ciwanên Sûriyî dema ku dixwestin sînorê Sûriye-Tirkiyê derbas bikin ji aliyê cendirmeyên dewleta Tirk ve bi tundî hatin işkence kirin.
Her sê Ciwan Mazin Ehmed Mihemed, Mihemed Ehmed El-Bazo û Mihemed Ehmed El-Faris dixwestin ji sînorê Dirbêsiyê derbasî Tirkiyê bibin.
Lê rastî êşkenceya giran ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatin. Ji ber êşkenceya zêde birîndar bûn.