QAMIŞLO – Gelên Qamişlo, bajarok û gundewarên wê bi peşengiya Însîyatîfa Gel a Herêma Cizîrê berê xwe da konê çalakiya ya li nêzîkî Yarîgeha 12’ê Adarê hat wergirtin. Çalakî ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate lidarxistin. Çalakî bi hilgirtina pankarta “Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiya Rojhilata Navîn e” dest pê kir. Di çalakiyê de wêneyên Rêber APO hatin hildan û bênavber dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber APO a Sûriyeyê Silêman Ehmed helwesta pêkhateyên herêmê yên li dijî tecrîdê silav kir û wiha got: “Ev helwesta yekane misogeriya şikandina tercrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Berxwedana gel hêvî dide me.”
Ehmed bal kişand ser komploya navneteweyî ya 9′ê Comtehê û wiha domand: “Komploya navneteweyî bi dewleta Tirk re bû alîkar. Armanca wê qirkirina koka mirovahî û şoreşgerî ya ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî lê derdikeve bû.”
Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide Kurdan qir bike û wiha pêde çû: “Bi rêya komployên li pey hev, dewleta Tirk hewl da tevgera rizgariya Kurdistanê û gelê Kurd di şexê Rêbertî de têk bibe. Niha jî di sala 3′yan de tecrîdeke giran li ser Rêbertî ferz kiriye û hewl dide têkiliya wan bi jiyanê re qut bike. Rêxistinên mafên mirovan li hember vê yekê bêdeng in.”
Ehmed destnîşan kir ku kon dê heta roja 15′ê Sibata 2024’an vekirîbe û anî ziman ku di wan rojan de gel li dora Rêber APO bû xelek û di oxira wî de canê xwe feda kir.
Li ser peyama çalakiyê Silêman Ehmed ev tişt anî ziman: “Azadiya fîzîkî ya Rêbertî îro ji armancên herî bingehîn ên gelên azadîxwaz li cîhanê ye. Gelên ji Başûrê Efrîkayê, heta bi Emerîka Latîn û Rojhilata Navîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan serî hildidin. Ev yek nîşan dide ku Rêbertî hêviya mirovahiyê ye û em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta ew bi fîzîkî azad bibe dê li qadan bin. Divê her mirovek û welatparêzek li gorî dirûşma ′Bê Serok Jiyan Nabe′ têkoşînê bilind bike. Ji ber ku azadiya wî misogeriya aştiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê ye.”
Endamê Akademiya Civaka Demokratîk a Qamişlo Mûsa Xelîl jî got ew soza xwe ya bilindkirina têkoşîn, xebat û fedakariyê di oxira azadiya fîzîkî ya Rêber APO de nû dikin.
Li gorî bernameyê, çalakî heta sibe dewam dike. Di çalakiya îro de dê helbestan bi zimanê Erebî werin xwendin û dê dîmeneke endama Boruya Sedsalê û parêzerê Rêber APO Cuneyt Caniş were pêşandan ku balê dikişîne ser pergala tecrîd û êşkeneceyê. Her wiha nûnerên beşdar, hiqûqnas di çalakiyê de peyamên xwe ragihînin, dê sînevizyonek têkildarî komployê û hin berhemên çandî û hunerê werin pêşandan.
Sibe jî li ser tecrîdê û komployê dê sînevizyonek were pêşandan. Her wiha parêzer û hiqûqnasên beşdar dê peyamên xwe ragihînin. Çalakî dê bi meşekê heta ber bi avahiya Komseriya NY′yê ve bi dawî dibe.