BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
- 23’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran 7 caran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 23’ê Îlonê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
- 23’ê Îlonê saet di 11:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 23’ê Îlonê saet di 13:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li çepereke bombeavêj a dagirkeran hate xistin. Çeka bombeavêt hate îmhakirin.
- 23’ê Îlonê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li çepereke bombeavêj a dagirkeran hate xistin. Çeka bombeavêj û çepera wê hate îmhakirin.
- 23’ê Îlonê saet di 12:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.
- 23’ê Îlonê saet di 14:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
- 23’ê Îlonê saet di 20:45, 21:00 û 21:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. 3 dagirker hatin cezakirin.
- 23’ê Îlonê saet di 23:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk 2 caran dest li helîkopteran hate werdan.
- 24’ê Îlonê saet di 06:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çeperek hate îmhakirin, 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
- 23’ê Îlonê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran, derdora Çemê Zê carekê û qada Gundê Dergelê yê herêma Metînayê 3 caran bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- 23’ê Îlonê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
- Herêma Zapê, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Herêma Metînayê bi topan hatin bombekirin.”