QAMIŞLO – Di çarçoveya kampanyaya “Ji tundiya li ser jinan re na” îro di 24ê Îlonê de festîvala werzişê hat lidarxistin. Festîval li yarîgeha Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo bi mazûvaniya Buroya Jinê ya Rêveberiya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo hate lidarxistin. Werzişên wek Atletîzm (bazdan, avêtina guleyan, bazdana dirêj), Futbol, Basketbol, Karate û şetrenc pêk hatin.