NAVENDA NÛÇEYAN – Lîsteya sûçên PDK’ê li hember gelê Kurd rastî jî dirêjê û pir bi êşê. Rastî insan xwe dipirse, eger wan Kurden çawa dikarin wisa bikin. Lê ji bo berjewediyên xwe yên desthilatdar wisa dikin û giştî destkeftiyên gelê Kurd difroşîn û bikin bazarganî bi dijimina Kurdan dikin. Ama ne tenê wê. Şûna ku herî kem herêmen Başûrê Kurdistanê û gel ku li vir jiyan dike li hember êrişên dagirkeran diparêzê, wan êrîşkeran alîkarî dide û rêya wan vedike. Berovajî jî wan ku dixwazin gel di herêmê de biparêzin, gerîlayên azadiya Kurdistan jî bi istiparada xwe û hêzen xwe êriş dikê û şehîd dixe. Na tene li Başûrê Kurdistan lîsteya sûçen PDK’ê dirêje. Li heremên Bakûr û Rojhilatê Sûryiye, ya Rojavayê Kurdistanê jî em dikarin çend mînakên ya kiryarên wan qirêj bidin.
TIFAQA QIRÊJ
Tevî ku nûnerên PDK’ê spasiya gerîlayên parastina başûrê Kurdistanê kirin û çûn Mexmûrê li aliyên din ji sala 2017’an ve ev tifaqa qirêj a dewleta faşîsta tirk û PDK’ê êdî hewcehî pê nadîtiyê ku xwe veşêre. Di sala 2017’an de PDK’ê li herêma Bradost, Xakurkê û Heftanînê bi rêya bicihkirina hêzên xwe pêşî li dagirkeriya tirk vekir û piştî PDK’ê dewleta tirk jî gelek lêşker li girê Lêlikan, Evdilkovî û li gelek giran danî. Tenê bi dagirkirinê re jî qîma xwe neanî. Weke salên beriya niha îstîxbarat da, pêşengî ji leşkerên dagirkeriya Tirk re kir û sekna PDK’ê bi awayekê diyar derketiye holê.
Dewleta dagirkeriya TC’ê her ku ji gerîla derbê xwar bi ser sîvîlan de bombe barand û bi sedem bi dehan welatiyên başûr jiyana xwe ji dest dan û gunde xwe jî hatin vala kirin.
Bûyera Zînî Wertê
Di çarçoveya vê hevkariya qirêj de di nîsana 2020’an îcar li Zînî Wertê PDK’ê heman lîstik xist dewrê. 15’ê Nîsanê de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker êrîşeke hewayî aniye ser qada Zînî Wertê ya Karoxê ya li herêma Qendîlê ya Qadên Parastina Medyayê. Di vê bombebaranê de 3 hevalên bi navê Xeyrî Garzan (Tekmîl Dalmış), Agirî Qendil (Hekîm Xuncahan) û Sîpan Şahîn (Xebat Casim) şehîd bûne. Wan gerîlyaên xwastin bi hêzên PDK’ê meselê nîqaşbikin û çûn herêmê. PDK’ê piştî hevditîn bi gerîla koordînata wan da dewleta faşîst a tirk û wan bi balafiran gerîla şehîd xistin.
Pêşveçûna PDK’ê ya bi ser herêmê re bi MÎT’ê re, li gel pêşkeftinên ku wekî beşek ji destpêkirina plansaziya tasfiye ya li sêgoşeya Emerîka, TC û PDK’ê diyar dike. Di çarçoveya itîfakê Dewleta Tirk a dagirker de, hevalbendiya faşîst a AKP–MHP, heyetên ku ji PDK’ê û rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên payebilind ên serokwezîriyê û MÎT’ê li ser tesfiya Tevgera Azadiya Kurdistanê tê îdiakirin ku gelek civîn li dar xistine.
Roja Newrozê ango 21’ê Adarê 2021 hêzên PDK’ê li nêzî Akrê yê Amêdiyê êrişî hêzên gerîla kir.
23’ê Nîsanê 2021 dewleta dagirkera faşîst ya Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi tevgera dagirkirinê kir û PDK’ê jî hêzên xwe kirin dewrê. Hewldana PDK’ê ya dorgirtina li qadên gerîla li herêmên Biradostê, Xakurkê, Metîna û Zapê zêdetir bû ye. Lê gerîlayên HPG û YJA Starê êrişa dagirkeriya Tirk li ser Zap û Avaşînê serê Hezîranê şikandin û arteşa Tirk mejbûr ma xwe ji 3 qaden vedikşîne.
Di 5’ê Hezîranê 2021 de hêzeke zêde ya PDK’ê tevî çekên giran û maşîneyên çêkirina rê ber bi Metîna ketiye tevgerê û li vê derê êrişî hêzên gerîla kir. Piştî vê êrîşa berfireh a li ser Girên Çarçel û Hekarî yên Metîna, arteşa Tirk li Zap û Avaşînê ber bi qadên Tabûra Ereban û Werxelê ve hêzên xwe kirin dewre. PDK’ê di 5’ê Hezîranê de, artêşa Tirk jî di 7’ê Hezîranê de êrîş kirin. Ne tenê li Metîna, PDK’ê li Zapê û herêma Biradostê jî êrîşî gerîlayan kir.
26’ê Tîrmehê 2021 li dora gundê Bêxme yê Xelîfanê, PDK’ê kemîn danî pêşiya 3 gerîlayan û êrişî wan kir. Ji wê rojê aqûbeta fermandarê gerîla Serwer Serehd, Wargeş Çavreş û Dijwar Berxwedan nayê zanîn.
29’ê Tîrmehê 2021 PDK’ê hêzên xwe ber bi qada Rêncbiraxa ya Zapê ve xist tevgerê. Hêzên PDK’ê wê li vir jî êrîşî gerîlayan bikirana, lê bi hişyariya xelkê herêmê û gerîla ev armanca PDK’ê neçû serî.
PDK’ê êrîşa herî giran jî 28’ê Tebaxê 2021 pêk anî. Li Ava Zê ya Xelîfanê, kemîn danî pêşiya 7 gerîlayan. Tevî fermandar Tolhildan Raman, Şoreş Mêrdîn, gerîla Axîn Mûzirî, Şoreş Colemêrg, Brusk Munzûr, Serdem Cûdî û Heqî Zîlan bûn hedefa êrîşê. Gerîla Heqî Zîlan tenê xwe ji êrişê rizgar kir û diyar kir, ku wî şehadeta 3 hevalên xwe dîtî ye. Bi giştî di vê êrîşê de 5 gerîla şehîd bûn û aqûbeta gerîlayekî jî nayê zanîn. Bi giştî aqûbeta 4 gerîlayên PDK’ê êrişî wan kir nayê zanîn.
Destê PDK’ê di bi kar anîna çekên kîmyawî
Piştî diyar bû ku dewleta dagirkera tirk di 3’ê Îlonê 2021 li Girê Sor a Avaşînê çekên kîmyawî bi kar anî û 6 gerîlayên azadiya Kurdistanê di wê êrîşê de şehîd bûnê û di 5’ê Cotmehê 2021 an de li Werxelê disa çekên kîmyawî bi kar anî ku di encamê de 5 gerîlayên şehîd ketinê, diyar bû ku hevkariya PDK’ê li herêmê dihelê artêşa Tirk dijî gerîlayên Kurdistanê şer dike û çekên kîmyewî bi kar tîne.
Dema dewleta faşîst ya Tirkiyê li dijî kurdan çekên kîmyewî bikar tîne, bi hevkarî û destê PDK’ê van çekan bikar tîne. Bi taybetî di meha îlon û cotmehê de Artêşa Tirk a dagirker li başûrê Kurdistanê bi destûr û hevkariya PDK’ê bi dehan caran çekên kîmyewî bikar anî. Şehîdkirina şervanên kurd û mirina welatiyên herêmê piştrast dike ku faşîsma Tirkiyê bi balafirên şer bi destûra PDK’ê li dijî gelê xwe û şervanên kurd çekên kîmyewî bikar tîne. PDK’ê bi vê yekê dibe şirîkê şer û li dijî gelê xwe sûcê şer dike. Hezên PDK’ê jî ji bo sûçên dewleta dagirkera Tirk veşêren nehişt ku rojnamevan û lekolînvan derbasî heremê dibin ji bo ser bi kar anîna çekên kîmyawî lekolin bikin. Alî din de jî rêya gerîlayên azadiya Kurdistanê girtin û nahiştin maddiyên lojîstîk û maskên parastîne ya li hember gazê derbasî qadên gerîla dibin.
PDK’ê a ku hê hesabê van êrişan nedaye, 25’ê Cotmehê 2021 li dora gundê Dêreşê yê Amêdiyê careke din hêzên gerîla kir.
„Berevajî xebatên we sîxuriya ojbejtîfe. Heta niha jî gelek helwest û tevgerên we yên ne şayanî me hene; hêjî gelek tevger û helwestên kêrî şerê taybet tên yên we hene. Divê hûn wan jî rakin. Ger hinekî jî rêza we ji bîranîna berxwedêran re heye, hinekî feraseta we ya tolgirtin û namûsê heye pêwîste hûn saxlem bin. Di vê wateyê de em ji bîranîna şehîdên berxwedêrên mezin dibêjin; saxlem temsîla we tê kirin û dê bê kirin.”
Rêber APO
(KOMARA MÊTINGER QIRÊJ Û TAWANBARE ; rûpela 90)
Bîranîn ser Gerîlayê Şehîd Brûsk Mûnzûr ku di nav tevgera ciwanên şoreşger cihê xwe girtîbû
Gerîlayê HPG’ê Brûsk Mûnzûr ku di êrişên PDK’ê di 28’ê Tebaxê 2021 şehîd ketiyê, yek ji wan gerîlayên HPG’ê ku li hemberî êrîşa çetêyên Daîş’ê dijî Êzîdiyan tekoşîn kir. Şehîd Mûnzûr bi komeke gerîla ya 7 kesî dixwest derbasî Behdînanê bibe û di 29’ê Tebaxê li ser Ava Zê ketiyê kemîna çekdarên PDK’ê. Di encama gulebarana ku ji çar aliyan ve kirin de, 5 gerîla şehîd bûn û aqûbeta gerîlayek hîn nediyare û gerîlayek jî ji kemînê xilas bibû.
Şehîd Brûsk Mûnzûr weke gerîlayekî profesyonel û bi ezmûn, hem gerîla bû, hem jî ji ber ku perwerdeya tendûristiyê dîtibû di nav hevalên xwede weke doktor Brûsk dihat naskirin. Gerîlayê Brûsk Mûnzûr sala 1990’î li gundê Alîkulekê yê navçeya Qereyazî ya Erzîromê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Li nava gundê xwezayî yê herêma Serhedê bi pîvanên paqij ên civakî yên gelê Kurd mezin bû. Hevalê Brûsk ku xwedî kesayeteke têgihştî bû, di heman demê de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kir. Heval Brûsk ku li nav tevgera ciwanên şoreşger bi erk û berpirsyarên çalak rabû û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih anî, ev yek ji bo xwe têrker nedît û sala 2014’an ji bo bibe şoreşgerekî profesyonel tevlî nava refên gerîla bû. Heval Brûsk ê xwedî kesayeteke têgihiştî û zane, zû hînî jiyana gerîla bû û dest bi pratîkê kir. Têkiliyên hevrêtiya Apoyî, îdeolojiya Apoyî û jiyana gerîla bandoreke xurt li Hevalê Brûsk kir û bênavber û bêteredût meşa şoreşê ji xwe re kir esas. Ji bo gel û welatê xwe çi xizmet bikira jî kêm didît, lewma xwe timî deyndarê gelê xwe didît.
https://www.nuceciwan127.xyz/ku/pdk-partiya-dagirkirina-kurdistane-ye/
https://www.nuceciwan127.xyz/ku/dosya-pdk-partiya-dagirkirina-kurdistane-ye/
https://www.nuceciwan127.xyz/ku/dosya-pdk-partiya-dagirkirina-kurdistane-ye-2/
https://www.nuceciwan127.xyz/ku/dosya-pdk-partiya-dagirkirina-kurdistane-ye-3/