DÊRAZOR – QSD’ê ragihand ku hêzên wan hewldana êrişeke nû ya komên çekdar ku hewl didan bikevin rojhilatê Dêrazorê têk bir.
Li gorî Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), “Çekdarên girêdayî saziyên ewlehiyê yên girêdayî rejîma Sûriyeyê tevî parastina wan bi topbaranên ketober, ji bajarê Meyadînê yê li rojavayê çemê Firatê ketina herêmên li navçeya Zîban a rojhilatê Dêrazorê.”
Navenda Ragihandinê ya QSD′ê ragihand; “Hêzên wan 2 komên çekdar ên girêdayî saziyên ewlehiyê yên rejîma Sûriyeyê li bajarokê Zîbanê dorpêç kirine.”
Berpirsê Navenda Ragihandina QSD′ê ji ajansa ANHA re axivî û got ku herêmên li rojhilatê Dêrazorê di bin kontrola hêzên wan de ne.
Beriya çend kêliyan Navenda Ragihandina QSD′ê li ser malpera xwe ya fermî got hêzên wan tevahî komên çekdar ji bajarokê Zîbanê derxistine.