QAMIŞLO – Îro li bajarê Qamişlo Yekîtiya Jinên Ciwan komxebatek li darxistin. Yekîtiya Jinên Ciwan îro li bajarê Qamişlo taxa Hilêliyê komxebatek li ser şîdeta li dijî jinê li darxistin.Di komxebatê de destpêkê deqeyeke rêzgirtin li ser rihê şehîdan hat seknandin,piştre axaftina vekirnê hat kirin,semîner li ser tûndiya li ser jinê û zihniyeta bavikselar ji aliyê komîta Jineolojî hat dayîn û sinevizyon hat tamaşekirin,di dawiyê de encamname hat xwendin û komxebat bi siloganên “JİN JİYAN AZADΔ û “BÊ SEROK JİYAN NABE” bi dawî bû.