QAMIŞLO – Îro ji bo oxirkirna Şehîd Aslan Qamişlo û Şehîd Seyid Evran şênîyên Qamişlo saet 10’ê sibê ber nexweşxane kom bûn û ji wir heya Goristana Şehîd Delîl Sarûxan meşîyan.
Saet 11 di goristanê de bi hezaran şênîyên herema Cizîrê, endamên saziyên sivîl, civakî, ragihandin û leşkerî kom bûn û bi daqayekî rêzgirtin li ser rihê şehîdan merasîmê dest pê kir. Piştre axaftin ser navê Sazîya Malbatên Şehîdan, Tevgera Demokratîk (TEV-DEM) û Sazîyan Çapemenî hatin kirin. Merasîm bi veşartina cenazeyên şehîdan berdewam kir.
Heya dawî siloganên “Şehîd Namirin” hatin avêtin û di dawîyê de jî ciwanan stranan şoreşgerî gotin.