KOBANE – Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger herdû xwedawendên azadîyê bi bîranîn. Ji bo bîranîna çalakîya fedayî ya ku 26.09.2022 li Mersînê, Tirkî pêk anîn endamên ciwan kom bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin despê kir. Piştî vê nameya Şehîd Rûken û Şehîd Sara hatin xwendin. Di nameyên xwe de hevalan behs dikin çima ev çalakî kirin û banga li hemû ciwanan kirin ji bo xwedî li welatê xwe û şehîdên xwe derkevin. Piştre sinevisîyonek li ser jiyan û çalakîya herdû hevalan hat temaşe kirin. Bîranîn bi siloganên ”Bê Serok jiyan nabe” û ”Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
Ciwan dan diyar kirin ku Şehîd Sara û Şehîd Rûken bi çalakîya xwe xeta vê pevajo, vê serdemê dan diyar kirin. Ev jî xeta şeref û rûmetê ye, xeta tekoşîn û berxwedanê. Gotin ku ticarî fedayîtîya van hevalan ji bîr nakin û xewn û xeyalên van pêk bînin.