MINBIC – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê êrişên dewleta Tirk û bersivdayîna şervanan got:
Li hember êrîşên dewleta Tirk û di çarçoveya erkên parastina rewa de gelê Minbicê de, hêzên me çalakiyek din li dijî çeteyên dagirkeriyê li gundewarên bajarê Minbic li dar xistin. 25ê Îlonê çete li gundê “El-Seyada” yê gundewarê Minbicê bi cih bûn, amadekariyên êrîşa li ser nuqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundên gundewarê Minbicê dikirin. Liv û tevgera çeteyan ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin şopandin.
Şervanên me bersiv dan çeteyan, di encama bersivdayînê de 4 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.
Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tekez kir ku ew ê li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû hêza xwe bersivê bidin.
Dagirkeriya Tirk gundê hediriyata yê Reqa topbaran kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundê Hediriyata ya girêdayî navçeya Hîşê ya Reqa topbaran kirin.
Di topbaranê de welatiyek şehîd bû û 2 birîndar bûn
Di encama topbarana dijwar de welatiyek şehîd bû û 2 welatî jî brîndar bûn.
Hemwextî wê dagirkeran gundê Dirdara yê Til Temirê jî bi çekên giran topbaran kir.