KOBANÊ – Li navçeya Qinê ya Herêma Firatê bi sedan jinên ciwan li dijî Komploya li ser Rêber APO bi dirûşmeya “Bi vîna jinên ciwan em ê azadiya Rêbertî misoger bikin” meşek lidar xist. Meşa ciwanên ku bi yek dengî azadiya fîzîkî ya Rêber APO xwestin, ji Meclîsa Navçeya Qinê destpê kir û heta Mefreqa gundê Qordîne dewam kir. Di meşa ku wêneyên Rêber APO û alên tevgera jinên ciwan hatin hildan de bê navber dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.
Piştî meşê, ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û li vir Endama Jinên Ciwan Alîkar Mistefa axivî. Mistefa, diyar kir ku divê her kes ji bo Rêber APO seferber bibe û ev tişt got, “Beriya 25 salan hemû dewletên xwînmij li dijî Rêberê me komployek pêk anî. Armanca komployê qirkirina Neteweya Kurd û ji holê rakirina hêzên parastina gel bû. Di 9’ê Cotmehê de Rêbertî ji Sûriyeyê di encama zext û komployê de derket û berê xwe da Yewnanîstanê. Hêzên komploger xwestin pêşî li lêgerîna azadî ya Rêber Apo ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn bigirin. Ji ber vê komployek navneteweyî li dijî Rêbertî bi destê dewleta Tirk, Amerîka û CIA’yê hate pêk anîn û di 15’ê Sibata 1999’an dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin.”
’EM JI BO RÊBER APO SEFERBERIN’
Mistefa, destnîşan kir ku komploya navneteweyî ne tenê li dijî Rêber APO , li dijî tevahî gelê Kurdistanê hatiye pêk anîn û wiha dewam kir, “Rêber Apo bi berxwedan û helwesta xwe vê komployê têk bir. Ramanên Rêbertî bûye çavkaniya zanistiyê ya tavahî cîhanê. Bi rêya tecrîda li ser Rêber Apo her roj hewl didin komployê nû bikin. Sedema vê ya sereke jî ew e ku faşîzim ji ramanên Rêbertî ditirse û bi tecrîdê re hewl dide Rêbertî ji gel qut bike.”
Mistefa, anî ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger nebe, gel û jin jî azad nabin û ev bang kir, “Em weke ciwan li dijî komployê seferberin. Teqez em ê li dijî faşîzim û dagirkeriyê rabin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”