NAVENDA NUÇEYAN – Têkoşîna QSD’ê li dijî şaneyên terorîst li herêmê dewam dike. QSD’ê 6 sîxûrên ku agahî, koordîne û nuqteyên leşkerî û sivîl didan dewleta Tirk a dagirker, girtin. QSD’ê diyar kir ew ê têkoşîna xwe ya li dijî torên sîxurî û komên çete berdewam bikin. Operasyon û têkoşîna hêzên ewlekariyê yên bakur û rojhilatê Sûriyê yên ji bo parastin û ewlehiya civakê dewam dikin. QSD’ê 6 sîxûrên ku agahî, koordîne û deverên leşkerî û yên sivîl û saziyên xizmetguzsariyê ji dijmin re dişandin, girtin. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê mûkirhatinên sîxûran parve kir.
Sîxûrê bi navê Ednan Hisên El-Elî yê ji Til Temirê wiha li xwe mûkir hat.
“Ji min xwestin dîmenek li ser fermandarekî leşkerî bidim wan. Li hemberî vê, wê 7 hezar dolar bidana min, roja din wêne û dîmen li ser cihên leşkerî xwestin. Min jî wêneyên çend cihên leşkerî dan wan.”
Sîxûrê bi navê Ebdullazîz wiha li xwe mukir hat.
“Ji min wêne û dînemên cihên leşkerî xwestin. Her wiha xwestin ez mayînekê li pêş dergeha bajarê Hesekê deyînim. Min wêne û dîmenên cihên leşkerî dan wan.”
Sîxûrê bi navê Elî Mistefa Berkel eşkere kir ku wî gelek wêne û dîmen dan wan.
“Gelek cihên ku Elî Berkel da çeteyan hatin armanckirin. Di encama wê de çend şervanên QSD’ê birîndar û şehîd bûn.”
Sîxûrê bi navê Fewaz Elî Hiso gelek dîmenên cihên leşkerî û xizmetguzarî şand ji dijmin re.
“Min wêneyên 12 navendan ji wan re şandin. Her wih di kampê de min wêneyê kesekî û wêneyê erebeya wî û numara telefona wî şandin ji wan re.”
Sîxurê bi navê Emced El Nasir jî li xwe mikur hat.
“El Nasir diyar kir ku wî dîmenên 7 deverên leşkerî yên li Til Temir û Hesekê kişandin bêyî ku tu pereyan werbigire ji MÎT′ê re şandin.”
Sîxûrê 6’an yê bi navê Ridwan El Yetîm e.
“El Yetîm got, kesê bi navê Ela Mihemed Nezîm li Tirkiyê dimîne bi rêya telefonê pê re axivî û jê xwest ku li beramberî miqdareke pereyan erebeyan biteqîne. El Yetîm tevî hejmareke kesên din li Til Temirê erebeyên welatiyan teqandin.’
QSD′ê bang li ciwanan kir ku neyên lîstokên dewleta Tirk a dagirker.
QSD’ê diyar kir ku ewê têkoşîna li dijî şebekeyên sîxûrtiyê berdewam bikin û yên girtî jî sewqî edaletê bikin.