ŞEHBA – Ciwanên Efrînê yên li kantona Şehbayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û komploya ku ji 9′ê Cotmeha 1998′an ve didome şemezar kir û diyarin kir ku heya pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo ew ê li qadan bin. Cûdî Mistefa diyar kir ku heya niha tecrîdeke girankirî li dijî Rêber APO tê meşandin û wiha got:
“Rêber Apo di Rojhilata Navîn de tevahî gel li hev kom kirin. Ji ber vê jî dixwazin projeya Rêber Apo ya li Rojhilata Navîn bi tecrîdê têk bibin.”
Her wiha Dicle Mamo anî ziman ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan tecrîdê li dijî gelan pêk tînin û got:
“Ji destpêka tecrîdê ve, dewleta Tirk dixwaze gel ji Rêbertî qut bike. Lê bi ser neket. Ji ber wê tiştek di destê wê de nema, ji bilî ku gef li Rêber Abdullah Ocalan bixwe.”
Dilovan Elo jî destnîşan kir ku tişta li ser Rêber Apo tê meşandin suc e û kiryarên derexlaqî ne û anî ziman ku heya Rêber Apo bi fizîkî azad be ew ê her tim li qadan bin.