QAMIŞLO – Meclisa Civakî ya Ermenî û Meclisa Ciwanan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) semînerek bi navê “Artsax.. banga azadiyê ji hundirê dorpêçê” da. Semîner li navenda ciwanan a li bajarê Qamişlo bi beşdariya nûnerên tevgerên ciwanan û pêkhateyên herêmê hat dayîn.
ROLA TIRKIYE Û ÎSRAÎLÊ
Semîner ji aliyê hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenî Yegnik Karbo ve hat dayîn. Yegnik Karbo qala dîrok û erdnîgariya Artsaxê û bûyerên ku lê dibin kir û destnîşan kir ku Azerbacyan ji bo xewna tûranî ya Tirk dixebite û Îsraîl û dewleta Tirk a dagirker destekê didin wê.
Yegnik Karbo der barê rola dewleta Tirk a dagirker de got: “Tirkiye hewl dide bi rêya bicihkirina çeteyên xwe yên sûriyeyî li wir, xwe wekî lîstikvanek li herêma Kafkasyayê ferz bike da ku zextê li Rûsyayê bike. Her wiha da ku li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev bigere.”
Yegnik Karbo anî ziman ku Artsax ji aliyê desthilatdariya girêdayî hêzên emperyalîst û amûrên wan (Tirkiye û Azerbaycanê) ve hat firotin û got: “Em li Artsax têk çû lê belê gelê Ermen têk neçû. Doza Artsaxê ji bo me doza hebûnê ye û em ê ji bo rizgarkirina wê tê bikoşin.”
′GELÊ ARTSAXÊ BÛ QURBANA BAZARÊN SIYASETA NAVNETEWEYÎ YE′
Beşdaran li ser mijara semînerê nêrînên xwe anîn ziman. Endamê Desteya Rêveber a Encumena Ciwanên Kurd Ebdulwehab Xelîl got, xelkê Artsaxê bû qurbana siyaset û ajandeyên dewletên hegemonîk û anî ziman ku eger rewş wiha bimîne dê metirsî bigihîje Ermenistanê jî.
Hîndekarê li Zanîngeha Rojava Hena Somî jî sedemên bûyerên ku li Ermenistanê rû dide spart NATO′yê û got: ” NATO′yê bûyeran li dijî gelê herêm gûr dike. Ev yek encama projeyeke hevbeş a NATO û dewleta Tirk a tûrîzmê ye. Di vê projeyê de herdu aliyan xwe spart xayînên di hikumeta Ermenistanê de. Ew xayînheman kes in ku şoreşgerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 2021’an de radestî MIT’a Tirk kirine.”
Somî di dawiya axaftina xwe de got, ji bo banga Artsaxê bigihêje hêzên navneteweyî û şerê li dijî gelê Ermen bê rawestandin divê ciwan xwe bi rêxistin bikin û li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyan li dar bixin.