GEVER – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mazlûm Pîrdogan ragihand ku di 30’ê Îlonê de li navçeya Orman a Gevere ji du nuqteyan bi teqemenî û çekên ferdî çalakiyek li dar xistine. Yekîneya Tolhildanê têkildarî çalakiyê ev daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de;
“Yekîneyên me yên çalakiyê duh (30’ê Îlonê) danê êvarê ji du noqteyan li qereqola navçeya Ormanê ya Geverê çalakiyek bi teqemenî û çekên ferdî pêk anîn. Piştî çalakiyê polîsên dagirker ên li nava qereqolê ji tirs û xofê bi awayekî bêhemdî derdora xwe gulebaran kirin. Piştî çalakiyê yekîneyên me cara duyemîn li dijî konvoya dagirkeran a ji wesayîtên zirxî pêk dihat û dixwestin taxê dorpêç bikin, bi teqemenî û çekên ferdî çalakiyek li dar xistin.
Di encama çalakiyên bi bandor ên yekîneyên me de, dagirker beriya ku bikevin taxê reviyan. Ev çalakiya yekîneya me ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO, nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bûlbûn ê li Hewlêrê hat qetilkirin, êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê û hemû gerîlayên şehîd didomin e. “Di encama çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin herî kêm 3 dagirker birîndar bûne.”