DÊRAZOR – Çeteyên Dîfaa Watanî li Dêrazorê heremên hikûmeta şamê dizî û talaniyê gel dikin.
Li gor Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) li taxa Cora ya Dêrazorê, Çeteyek serxweş ku xwest telfona ciwaneke 23 salî bidize.
Lê ji ber ciwan nehiştiye telefonê wî were dizîn, ev çete ku vexwariye û serxoşe, ciwanê 23 salî li taxê revandiye û biriye avahiyek û ji qata çaran avêtiye jêr.
Di encam de ciwan jiyana xwe ji dest daye.
SOHR`ê aşkera kir ku ji destpêka îsal ve li Dêrazorê 160 bûyerên kuştinê pêk hatine û di encamê de 178 kes hatine kuştin.
Çavkanî: Ronahî TV