AMED – YCWK’ê her roj çalakiya xwe zêde dikin. Yekîneyên YCWK’ê ragihand ku li Taxa Amed Yenîşehîrê li dijî noqteya ku lojmanên polîsan lê ne, bi bombeya bidestçêkirî êrîşek li dar xistine. YCWK’ê diyar kir ku wan ev çalakî li dijî dîlgirtina fîzîkî ya Onder APO pêk anîne.
Daxuyanî wiha ye:
“Weke Yekîneyên YCWK’ê me li dijî xaniyên ku li Taxa Yenîşehîr a Amedê gelek polîs lê dijîn, bi teqemenî çalakiyek li dar xist. Piştî çalakiyê yekîneyên me bê pirsgirêk ji cihê bûyerê vekişiyan. Piştî vekişînê hate hînbûn ku tax ji aliyê dijmin ve hatiye dorpêçkirin.
Em ciwan parêzvanên Rêber APO ne. Li dijî komploya li ser Rêbertiya me em ê her tim xwedî refleks bin. Em ê bi ruhê çalakvanên “Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin” tevbigerin. “Heta ku em dawî li esareta fîzîkî ya Rêberê xwe nekin, em ê li her derê dijmin re bikin jehr.”