KOBANÊ – Îro evarê bi pêşengtîya Yekîtîya Jinên Ciwan ya herêma Firatê di bin diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” li bajarê Kobanê ciwanan kom bûn û dijî tecrîda li ser Rêber APO û komploya navnetewî meşiyan. Berê meş despêbike deqayeke rêzgirtin hatiye girtin. Piştî we jinên ciwan meşale pêxistin û bi alên Rêber Apo û pankartan ve heya qada Jina Azad meşiyan.
Li qada Jina Azad meş guherî mitîng. Endamê Yekitiya Jinên Ciwan bi navê Rudîn Bozan li ser dîroka komploya navnetewî axifî û helwesta jinên ciwan li hember êrişên li ser Rêber APO û tevgera azadiya Kurdistanê diyar kir.
Çalakiya Jinên Ciwan bi heycan, coş û bi sloganên ji bo silavkirina berxwedana Rêber APO bi dawî bû.