ANKARA – Polîsên Tirk cenazeyê Erdal şahin (Hasan Oguz) ê ji tîma Tabûra Nemiran ku di çalakiya fedaî ya duh danê sibê ya li hemberî Wezareta Karên Hundirîn a Tirk de şehîd bûbû, revandin.
Polîsan li malbata şehîd Erdal şahinl geriya û ji malbatê xwest ku ji bo testa DNA’yê nimûneya xwînê bidin. Malbat ji Mêrsînê çûn Enqereyê û ji bo testa DNA’yê nimûneya xwînê dan.
Piştî hevgirtina DNA’yê malbatê ji bo cenaze werbigirin serlêdan kirin. Lê belê cenazeyê Erdal ji aliyê polîsan ve hat revandin û birin Mêrsînê.