DÊRÎK – Îro ji bo salvegera destpêkê Komploya Navnetewî ya ku di sexsê Rêber Apo de li ser gelê kurd hatiye kirin Tevgera Ciwanên Şoresger ên Dêrîkê bi 350 xendevanan dibistana amadeyî re civîyan u semînerek li ser rastiya komplo dan. Di semînerê de endamê reveberiya ciwanan Neceh Xelîl axivî u diyar kir ku 9’ê Cotmehê roja ku Komplo di şexsê Rêbertî de li ser gele kurd destpêkiriye û ku ya heri zêde pêwîst e li hember komployê xwedî helwest bin ciwan u jinên ciwan in.
Komployê Navnetewî ku di 9’ê Cotmehê 1998, bi derketina Rêber Apo ji Sûriyê dest pê kir û bi girtina wî li Kenya di 15’ê Sibatê 1999 de berdewam kir, bi pêşengtîya îstîxparatên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îsrayîl pêk hat. Di 1’ê Cotmehê 1998 dewleta Tirk tehdîtê hikumeta Şamê kir ji bo ku nehêle ku Rêber Apo li axê Sûriyê bimîne û di 9’ê Cotmehê de jî, Rêber Apo, ji bo ku şer li ser axa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê çênebe, ji Şamê derket Yunanîstanê. Dewleta Tirk jî heya niha wê rojê wek rojekî ji bo bilindkirina êrîşên xwe li ser gelê kurd û Tevgera Azadîyê Kurdistanê bikartînê û di salê 2019 de di vê rojê de dest bi êrîşên dagirker ser Serekaniyê û Girê Spî kir.