QAMIŞLO – Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi boneya salvegera 25′emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO ku di 9′ê Cotmeha 1998′an de pêk hatiye, di 15′ê Sibata 1999′an de hatiye revandin û radestî rejîma Tirk a faşîst hatiye kirin, daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla endamên Meclisa Ciwanên Malbatên Şehîdan Hogir Hacî bi zimanê Erebî û Nûr Ebaz bi zimanê Kurdî ve li Akamdemiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber APOde li dijî gelên azadîxwaz pêk hatiye hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Armanca vê komployê têkirina projeya demokratîk e ku Rêber APO pêşkêş kiriye. Bi rêya siyasetên tecrîd û îşkenceya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û qedexeya belavkirina fikrên wî ji derve re komplo dewam dike û ji bo sekna li hember van siyasetên faşîzmê em ê têkoşînê heta pêkanîna azadiya Rêbertî ya fîzîkî dewam bikin.
Em ê di çav û qirkirina dijmin û xayînan de bibin strî, bi taybet dewleta Tirk a faşîst û malbata Barzanî ku pê re tevkar e.
Em ê li hember planên dijberiyê ji metoda şehîd û felsefeya Rêbertî re dikin bibin hêzên bersivdan û mertalê.”
Bi diruşmên ′Bê Serok Jiyan Nabe′ û′Bimire xiyanet′ daxuyanî bi dawî bû.