NAVENDA NUÇEYAN – Di dawiya meha Adarê de, dema Komalên Jinên Ciwan kampanya nû ya ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ ragihand û vir ve jinên ciwan ên li Rojava ji bo xurtkirina kampanyayê her roj di nav liv û tevgerê de ne. Armanca vê kampanya nû ew e ku bi pêşengtiya jinên ciwan şoreşa jinê bi rêxistin bikin û çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xurttir bikin. Ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ji bo kampanya di heft mehan de semîner, konser, şano, çalakiyên yên kolanan, civîn, belavkirina broşûr, komxebat û hwd organîze kirin. Demek berê jinên ciwan biryar dan ku ji bo kampanyayê stranekê derxin.
Jinên ciwan bi hefteyan bi moraleke mezin li ser strana nû ya kampanyayê xebitîn û herî dawî encamekî xurt wergirtin. Îro strana bi navê ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ klîbek nû belav kirin. Stran ji aliyê Koma Nûcan Serdoz ve hat gotin û bi bi hevkariya jinên ciwan ên Efrînê, Hîlala Zêrîn û Tev. Çand hatiye çêkirin. Klîp li Şehba hatiye kişandin. Naveroka stranê berfirehe û wek mînak balê dikişîne ser berxwedana Gerîla, têkoşîna jinê û bi dîmenan balê dikişîne ser şehîd Vejîn Jiyan, ê ku wan rojên dawî şehîd ket.