KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwanên Kobanê li Navçeya Şeranê standa pirtûkên Serokatî vê kirin. Di salvgera 25’êmîn a komploya navnetewî de jinên ciwan fikre û felsefeya Rêber APO belav dikin. Ji ber ku fikre û felsefeya Rêber APO li herderê belavbû û belav dibe komploya 09.Cotmehê encam negirt. Jinên ciwan li Şeranê pirtûkên Serokatî û belavok li ser Komploya 09. Cotmehê belav kirin Her wiha nameyên ji bo Serokatî kom kirin.
Islîma, endamê Yekîtiya Jinên Ciwan axavî û got: ”Me îro wek Yekîtiya Jinên ciwan standek vekiriye. Fikre Rêber APO di pirtukan de heye. Emê di nav jinên ciwan, ciwana û civakê giştî fikre Rêber APO belav bikin. Komplo li ser Rêber APO nêz bûyê, wekê jinên ciwan çi ji me were xwastin emê pêk bînin. Wekê tevahî jinên ciwan emê vê Komplo li ser Rêber APO têk bibin.”