STENBOL – Yekîneyên YCWK’ê ragihand ku li Başakşehîra Stenbolê li dijî mala bazirganekî tiryakî çalakiyek li dar xistine. Endamên yekîneyê diyar kirin ku wan mal şewitandiye û di çalakiyê de hejmareke zêde tiryak a ji bo firotinê amade kiribûn hatiye îmhakirin.
Daxuyanwiha ye:
“Yekîneyên me li navçeya Başakşehîra Stenbolê li dijî mala kesekî ku hat tespîtkirin tiryak difiroşe çalakiyek şewitandinê li dar xistin.
Bi vê çalakiyê em careke din diyar dikin ku em ê rê nedin dewleta Tirk a dagirker, faşîst polîtîkayên xwe yên şerê taybet li ser ciwanên me bimeşîne: Em destûrê nadin ku hûn ciwanên me bi jehrê bixin. Çalakiyên me yên bi vî rengî wê her tim bidomin, ji niha û pê ve wê li tu cihî rehetî ji faşîzm û xayinên hevkar re nemîne. Em soz didin ku em vê dinyayê ji we re bikin dojeh. “Hûn ê yek bi yek hesab ji hemû polîtîkayên xwe yên hovane bipirsin.”
Bijî Serok Apo
Bijî YCWK