NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiye RojNews telefonên endamên malbata Armîta ku ji ber êrişa ‘Polîsên Exlaq’ ketiyê komayê, hatin desteserkirin.
Jina ciwan a bi navê Armîta Girawend a Kirmanşahî, li paytexta Îranê Tehranê qebûl nekir ku hîcab bide sere xwe. Li ser vê yekê hêzên rejîmê êrişî Girawend kirin û di encamê de kete komayê. Piştî ku bûyer hat bihîstin, zextên li ser malbata wê zêde bûn.
Li pey buyera êrişa dijî Girawend, dîmenên kêliya tundî li Girawend dihat kirin û wêneyên wê yên li beşa venihêrîna awarte hatin parvekirin, hêzên rejîmê dest danîn ser telefonên tevahiya endamên malbatê.
Kontrolkirina nasnameyan ji bo kesên tên nexweşxaneyê
Nexweşxaneya Fecrê ku Girawend li wir tê tedawîkirin ji hêla hêzên rejîmê ve hate dorpêçkirin û tedbîrên mezin ên ewlekariyê hatin girtin. Nasnameya temamiya kesên tên nexweşxaneyê tên kontrolkirin.
Li hêla din hat zanîn ku hinek saziyên navneteweyî ji bo Girawend ketine nava liv û tevgerê.
Hêjayî gotinêye ku di 1’ê Cotmehê de ango roja yekşemê Armîta Grawend a 16 salî ku xelkê Kirmanşanê û niştecihê Tehranê ye, piştî li îstasyona metroya Şuheda ya li Tehranê xirabûna tenduristiya wê ketiye komayê û niha rewşa wê girane.