QAMIŞLO – Piştre ku dewleta tirka dagirker îro 16 cihên cûda cûda kir hedef. Gelê Qamişlo nerezîbûna û hersa xwe nîşan dan. Piştre ku heval Ersal û heval Rojhat li dilê dagirkeran xistin û li Enqere 01. Cotmehê çalakîya fedayî pêk anîn, dewleta tirk a faşist hers bûye, niha jî ev çalakî kirin hincet ji bo careke din êrîşên berfireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Di êrîşên îro de cihên zivîl hatin hedefgirtin. Armanca dewleta tirk a dagirker diyare, dixwaze gelê berxweder û azadîxwaz tûne bike. Gelê Qamişlo nişan dan ku heta dawî di xeta Serokatî û azadî de israr bikin.
Çi dibe bila bibe wê berxwe bidin û şer bikin. Bi vê rihê meş di nav navenda bajer de derbas bû. Bê navber siloganên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bimre Erdoğan”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Gerîla” hatin berz kirin. Pêşiya medinê şebab meş veguherî mîtîngê. Ji bo hemû şehîdên şoreşê û Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê PYD axaftin hatin kirin. Mîting bi silognan “Faşîst Erdoğan” û “Bijî berwedana QSD” bi dawî bû.