REQA – Meş danê êvarê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Reqayê hate organîzekirin û êrîşên Dewleta Tirk a faşit, dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku danê vê sibehê ve bi balafirên keşfê rêhevalên me yên leşkerî û gelên me kirin hedef hatin şermezarkirin. Meş li navenda bajarê Reqa heta navenda agirkujiyê ya li bajêr berdewam kir. Dirûşmeyên piştgiriya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk û li dijî êrîşên dagirker hat avetin. Meş bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan bi dawî bû, piştre li ser navê tevgerên ciwanan rêheval Brîtan Roche daxuyanî xwend.