REQA – Meclisa Giştî ya Reqqayê li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk û êrîşên wê meşeke şermezarkirinê li dar xist û daxwaza avakirina herêmeke qedexe ya firînê dike.
Li ser êrîşên dawî yên duh ên dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku di encamê de gelek herêmên Cezîre û Kobanê hedef girtin û encamê êrîşan de bandor li navendên xizmetguzariyê û sivîlan kir, meşekî protestoyî organîze kir.
Meş ber Mizgefta El-Nûr bi tevlêbûna şêniyên Reqayê destpê kir. Pankartên bi nivîsa “Na ji dagirkeriya Tirk re! Em bombebarana hovane ya li ser sivîlan şermezar dikin” hate rakirin û dirûşmeyên li dijî têkçûna rêxistinên mafên mirovan, “Em hemû QSD’ê ne” “Bijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk” hatîn avêtin.
Meş gihiştina ber Nexweşxaneya Niştimanî dawî bû li vê derê daxuyanî hate dayîn .
Beriya daxuyanî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hate girtin. Piştre jî êrîşên hovane yên Dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û ji gel re li hemberî van êrîşan bangawaziya tekoşînê hate kirin.