NAVENDA NÛÇEYAN – Di sala 2014’an de êrişên giran li hember gelê Kurd û Kurdistan hatin pêk anîn. Tevgera azadiya Kurdistan û gelê me yê welatparêz bi rext û çeka xwe, bi keviran, molotof û çakmax li hember wan êrişan berxwedana xwe bi awayekê serkeftin nîşan dane.
Di rizgarkirin û azadkirina Kobanê de serhildana li Bakurê Kurdistanê destpêkir û li tevahiya cîhanê belav bibû, ev xwedî roleke sereke bû.
Piştî ku di 2’ê Tîrmeha 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê dest bi êrişên giran li dijî bajarê Kobanê kirin, di 5’ê Cotmehê Arîn Mîrkan li Girê Miştenûrê bi çalakiyeke canbexşane rê li ber çeteyan girt. Dema ku ciwanên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê vê çalakiyê fedaî ya jinekî ciwan bihîstine, çalakiya wan mezintir bûn.
Di 6’ê Cotmehê de di serî de Ciwanên li Nisêbîn, Qoser, Amed, Batman, Bakurê Kurdistanê rabûn ser piyan. Seranserî li giştî Bakurê Kurdistanê gel li hember êrişên DAÎŞ û alikariya wan ya rejîma AKP serî hilda.
Ciwanên Kurd li Pirsûs, Nisêbîn û Cizîrê xwe li sînoran xistin û beşdarî Berxwedana Kobanê bûn. Di 10’ê Cotmehê de xelkê Nisêbînê û yê Qamişlo sînorê dagirkeran ji holê rakirin.
Vê serhildanê wekî din sînorên bi peymana Qesri Şirîn, Skyes Pîkot û Lozanê li ser Kurdistanê hatibûn ferzkirin, hatin bêwatekirin.
Bi vê çalakiya ya ciwanan serkeftina li Kobanê bi xwe re anî û xewn û xiyalên şefa rejîma Tirk Erdogan jî têk birin. Îro dijmin êdi hers bûye û her kesê ku li Kurdistanê jiyan dike dike hedefa xwe. Ji bo wê jî îro lazîme em bi rabûna ciwanên Kurdistanê û derveyê welat xewn û xiyalên şefê rejîma Tirk Erdogan jî têk bibin.