NAVENDA NÛÇEYAN – Li Rojhilata Navîn em dikarin bi gelek mijarên ku bandorê ser hemû civakê dikin, ji mezinan bigire heta bi ciwanan, ji jin heta mêran binirxînin. Lê her çendî ciwan ku di lêgerîna jiyaneke baştir û paşeroja civakê de hêzeke dînamîk a guhertinê ye jî, di hedefa kesên ku naxwazin tiştek bê guhartin jî, di van hemû nirxandinan de pir caran nêrîna ciwanan bi taybetî tê paşguhkirin. Naxwazin serdestî, kontrol û mêtingeriya wan qels bibe û hêza civakê zêde bibe.
Hêza van guhertinan ciwan in. Ger ciwan xwe bi rêk û pêk birêxistin bikin û perwerde bikin, ew dijminên xwe nas dikin û dizanin ku wê bi wan re çawa şer bikin. Yek ji van dijminên ku rêxistinbûn û pêşketina civakê asteng dike û li pêşiya ciwanan astengiyek mezin e jî zîhniyeta zayendperest e.
Zayendperestî zîhniyeteke ku jinan ji ber zayenda xwe tepeser dike, wan dixe rolên ku tu têkiliya xwe bi cewhera wê re nîne, wan îstîsmar dike û heta şîdetê bikar tîne. Tacîz, tecawiz, kuştin encama vê zîhniyetê ye ku ji xeynî zîhniyeta serdest a mêr xizmetê ji tu kesî re nake. Yên ku dixwazin civakê bikin kole, îstismar bikin û heta hetayê di bin kontrola xwe de bihêlin, zayendperestî weke nexweşiyekê li civakê belav kirine.
Ji ber vê yekê pêwîste bi hemû hêza xwe şer li dijî wê bê ragihandin ku li şûna çewisandina vê zîhniyetê xizmeta azadiya civakî bike. Ji ber ku weke Rêber APO gotiye, civak tenê bi azadbûna jinê dikare azad bibe.
Zayendperestî, di kêliyên jiyanê de, îfade, raman û awayên nêrîna li bûyeran, cudakariya li dijî keç û jinan li dibistan, kargeh, mûçeyên kêm û hwd, Di binhişmendî û pir nerm de xwe di formên avahîsaziyê de nîşan dide. Wek şêweyên avahîsaziyê yên weke şewitandina komî ya jinan di dema pêşketina îndustriyalîzmê de li Ewropayê, kuştina jinan ji bo parastina namûsa malbatê tê kirin, şêweyên vekirî yên şîdetê yên weke. destavêtin, fuhûş û bazirganiya mirovan a li dijî jin û keçan pêşdikevê.
Zayendperestî çeka dewletê ye, bi taybetî di şer de ji bo qelskirin, bêexlaqkirin û mecbûrkirina aliyê dijber tê bikaranîn. Zayendperestî, weke rêbazeke çewisandina civakî û kolekirina jinê, ji bo ku jin armanca xwe ya rastî ya pêşengiya civakê nebin û şûna we bibin koleyên hevjîn, mêr, malbat, patron û hwd.
Zewaca zarokan a jin û keçên ciwan bi taybetî li Rojhilata Navîn pirsgirêkek cidî ye. Têgihiştinên zayendperest ên ku jin weke jinên malê, jin û makîneyên zarokanînê tên dîtin, vê barê girantir dike. Rêber APO di nivîsên xwe yên parastinê de ev rewş bi van gotinan aniye ziman:
“Eşkere ye ku têkiliya zayendî û desthilatdariyê di civakê de çiqasî bi bandor e. Ev rastiyeke sosyolojîk e ku îro jî li ser jinan mafên mêran ên bêhejmar hene, heta ‘mafê kuştinê’. Ev ‘maf’ her roj tên bikaranîn. Piraniya têkiliyan bi xwezaya destdirêjî û destavêtinê ne.
Di vê çerçoveya civakî de malbat weke dewleteke piçûk a mirov tê avakirin. Di dîroka şaristaniyê de berdewamiya kamilbûna malbatê bi şiklê wê yê îroyîn bi hêza mezin a ku dide dezgehên dewletê ye. Ya yekem, malbata ku bûye hêza li dora mêr, vediguhere bingeha civaka dewletê. Ya duyemîn jî, bi rêya malbatê karekî bêsînor û bê heq tê dayîn. Ya sêyemîn, jin bi mezinkirina zarokan pêdiviya zarokan pêk tîne. Çarem, wek qalibekî, koletî û hewcedariya civakî temsîl dike. Ji ber vê yekê malbat bi rastî îdeolojî ye. (…)
Lê berdêla ku ji bo vê formê malbatê tê dayîn ew e ku jin di nav jiyanek bi êş, feqîr, xizan de di zindanê de ne, di nav şerekî berdewam û kêm-zêde de têk diçin. Hema bêje mîna zincîra yekdestdariyê ya ku yekdestdarên sermayê di dîrokê de li ser civakê ava kirine, ‘yekdestdariya mêr’ a li ser jinê ye – bê guman yekdestdariya herî kevn û bihêz e. Qebûlkirina hebûna jinê weke koloniya ango (metingerî ya) herî kevn me ber bi encamên rastir ve dibe. Ya herî rast e ku mirov ji jinan re bibêje ‘gelê herî kevnar yê kolonyal ku nebûye netewe ye.”
Di modernîteya kapîtalîst de ku li Rojhilata Navîn her diçe bi bandor dibe,rewşa jin li gorî fikrên zayenda azad ne baştire. Berovajî vê yekê Rêber APO di nameyên xwe yên parastinê de jî rewş wiha anîye ziman;
“Modernîteya kapîtalîst, tevî hemû xemilandinên xwe yên azadîxwaz, ne azadî û ne jî wekhevî nedaye jinan, lê bi ferzkirina erkên zêde re statûyek hîn dijwartir daye jinan. Her wiha îstîsmara jinê weke pêkhateyek nîşangir û medyaya reklamê jî bûye sedem. Her wiha laşê jinê jî ji bo gelek armancên îstîsmarê weke malzemeyek tê parastin. Jin pêşenga her dem a reklamê ye. Bi kurtasî nûnera herî berhemdar a koleyên nûjen e.”
Rêber APO destnîşan dike ku divê rêyên derketina ji vê rewşa ku nayê qebûlkirin bê dîtin.
“Bi nêrîna baviksalarî ya ku niha bêpar e, şikandina korbûna li ser jinan bi qasî parçekirina atomê dijwar xuya dike. Ji bo vê jî hewldaneke mezin a entelektuelî û şikandina mêraniya hegemonîk dixwaze. Di aliyê jinê de jî, analîzkirin û ji holê rakirina jina ku bi awayê hebûnê hatî hildan û bi rastî ji aliyê civakê ve hatî afirandin, giring e. (…)”