AMED – Yekîneyên YCWK’ê ragihand ku li dijî Navenda Ciwanan a Amed/Yenîşehîrê û Midûriyeta Werzîşê ya Parêzgehê bi teqemeniya bidestçêkirî çalakiyek li dar xistine.
Daxuyanî wiha ye:
“Yekîneyên me di 27.10.2023’an de saet di 00.30’an de li dijî Navenda Ciwanan a Amed/Yenîşehîrê û Midûriyeta Werzîşê ya Parêzgehê çalakiyek li dar xistin. Piştî çalakiyê hate tespîtkirin ku camên avahiyê û dîwarên avahiyê xisareke mezin dîtiye. Yekîneyên piştî çalakiyan bi saxî gihiştin cihê xwe.
Çalakiya me li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û dejenerekirinê yên ku li dijî ciwanên me tên meşandin e. Dewleta Tirk a faşîst, qirker navendên bi vî rengî hewl dide ciwanên Kurd ji hebûn, çand û nasnameya wan dûr bixe.
Em weke ciwanên Kurd ên welatparêz li vir careke din destnîşan dikin ku em ê rê nedin van polîtîkayên şerê taybet.
Faşîst, hevkar, saziyên asîmîlasyon û qirkirinê wê her tim bibin hedefa me.
Bijî Serok Apo
Bijî YCWK”