NAVENDA NUÇEYAN – Rêber APO got: “Mezopotamya; Xuyabûna jiyana li derûdora Zagrosê, welatê bihuştê ku hemû pirtûkên pîroz dixwazin vebêjin, qada jiyanê ya nû ya Nûh a piştî tofanê ye. Her wiha gel ji destpêkê ve li ser vê xakê bi azweriya azadiyê jiyaye. Dibe ku ne wek welatekî din be. Dibe ku ne wek pirtûkên din ên ku heta niha hatine nivîsandin be. Belkî hê di pirtûkan de nehatibe nivîsandin, lê têkoşîna azadiyê heye. Ger pirtûka wî bi tevahî nehatiye nivîsandin, dibe ku ji ber ku xilasiya wî temam nebû. Ger pirtûkên hatine nivîsandin bi piranî pirtûkên neqediyayî bin, ev di netemamiya rizgariyê de ye.
Xezîne cîhê ku hatiyê wîde kirin wê lê bê gerandin. Mirovatî li ser koka xwe, li ku ji dayik bûye, lê ger were dîtin, li wir tê dîtin. Li Amerîka, Rûsya û Sîbîryayê nayê dîtin. Ev navend e.
Ez hîn jî lêgerek mezin a jiyanê me. Me her tişt rawestand. Ji bo ku her dem têbigihîje, kûrtir fêm bike, bêyî pêşdaraziyan, bê qalibekî, bêyî ku biryarên diyarker bide: Çi ye, çi ne, divê çi be, divê çawa be? Xwe bi rehetî pênase nakim, bi taybetî jî şaristaniya ku bi hezaran sal girtiye ev mirovê azad nayê naskirin; ne ku di nav xwe de bijîm, ne ku hemû navên hatine dayîn wekî xwe bigirim. Ji hemû îradeyên hatine ferzkirin gumanbar bin û biryara jiyanê jî nedin, nekirin. Ya ku jê re tê gotin lêhûrbûn kirin e. Ger ew ê herî rast û bedew be; dê li gorî kok û dergûşa xwe ya dîrokî be. Weke pênaseyeke rastîn a jiyanê ji bo hemû lêgerên jiyanê, yên ku li nemiriyê digerin, ku di wê Gilgamêş de dest pê kirine. Ya ku li gorî mirovê azadîxwaz tê ev e.”
Di navbera salên 2005 û 2015’an de, hejmara koçberên ku li Rojhilata Navîn dijîn du qat zêdetir bûye, ji derdora 25 milyon bûye derdora 54 milyon, li gorî analîza daneyên ajansên Neteweyên Yekbuyî. Piraniya zêdebûna koçberiyê, nemaze piştî sala 2011, encama pevçûnên çekdarî û koçberkirina bi darê zorê ya bi milyonan mirovan ji malên xwe bû, ku gelek ji wan ji welatên xwe derketin.
Pergala modernîteya kapîtalîst pergaleke navneteweyî ye, ku li tevahiya cîhanê berheman dide çêkirin û firotin. Kesên kapîtalîst – ew hindikahiya piçûk a ku xwediyê bankeyên navneteweyî û pargîdaniyên pirneteweyî ye û kontrol dike – xwe dispêre kedê. Mekanîzmaya navendî ya kontrolkirina tevgera kedê netew-dewlet e. Kontrolên sînorên neteweyî misoger dikin ku kapîtalîzm, bi riya dewleta xwe, li şûna ku rê bide mirovan ku li gorî dilê xwe tevbigerin, kontrol xwe li ser kedê biparêze.
Dema ku hêza kar a xwemalî nekaribe bibe bersiv ji pêdiviyên kapîtalîstan ên kedê re, hingê hikûmet bi gelemperî koçberiyê pêşve diçin. Koçberî ne qezayek an jî tenê encama rastiya şer û pevçûnên herêmî ye. Welatên dewlemend jî ji ber comerdiyê feqîrên dinyayê qebûl nakin. Koçberî ji bo pergala kapîtalîst girîng e da ku bazarên xwe bi keda erzan bihêle. Ji ber vê yekê, mebesta siyaseta koçberiyê birêkûpêkkirina herikîna kedê ye – kontrolkirina sînoran ji bo kontrolkirina karkeran bi xwe.
Sîstema kapîtalîst koçberiyê pêş dixe, ne tenê ji ber berjewendiyên xwe yên aborî, lê ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî û civakî yên girêdayî wan herêmên ku li dijî êrîşên modernîteyê û neolîberalîzmê li ber xwe didin. Ji ortê rakirin û bandorkirina ciwanên ku bi jiyaneke bê perspektîfa pêşketinê û pêşerojê rû bi rû hatine hiştin, û di vê çerçeveyê de Ewropa weke mînaka şaristaniyê nîşan dayîn, tam yek ji mekanîzmayên şerê taybet e ku rojane li dijî ciwanên Rojhilata Navîn tê meşandin. Ciwanên Kurdistanê wek mînakeke pratîkî dikarin werin destnîşan kirin di hedefgirtina pergalê de. Awayê ku di bin pêvajoyeke şoreşgerî ya ku ji bo tevahiya herêmê û heta ji bo cîhanê jî bûye mînak û hêvî, tevî vê rastiyê jî di bin tersîra perspektîfên pûç û derew ên propagandaya pergalê de, gelek ciwan pişta xwe didin gelê xwe, dîroka xwe, koka xwe, ji bo ku di nava pergalekê de ku sûd û rehetiya xwe tê de bibînin jiyaneke ji xwe re ava bikin.
Şerên hêza kapîtalîst a hegemonîk a Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Rojhilata Navîn, ku di sala 2011/2012’an de gihişt lûtkeyê, ji Lîbyayê heta Yemenê gelek pevçûnên çekdarî yên herêmî da pêş xistin, û li herêmên ku ji berê de tedarî lê heye, hîn zêdetir bêîstîqrarî û kaosê çandin. Ev herêm ji ber siyasetên aborî û tecrîdê yên ku modernîteya kapîtalîst bi mebesta bicihanîna armancên xwe û li ser gelê wan herêman ferzkirina hişmendiya xwe, bi talankirina çavkaniyên maden ji bo ku hêza kapîtalîst a hegemonîk sûdeya herî mezin ji aboriya xwe bi dest bêxe, rû bi rû hatin hiştin.
Qanûnên koçberiyê bi du awayan xizmetê ji kapîtalîzmê re dikin. Ya yekem, ew keda biyanî ya erzan misoger dike, gava ku aboriya navxweyî hewcedar be. Ya duyemîn, ew destûrê didin tevahiya hêza kar bi awayekî gelekî berfireh were kontrolkirin. Piraniya aboriyên pêşketî yên cîhana kapîtalîst li ser keda koçberan hatine avakirin. Di hin serdemên dîrokî de bi awayekî çalak li karkerên biyanî geriyan. Heman welatan di demên din de jî li dijî koçberiyê tedbîr girtin. Ne tesaduf e ku di hedefa vê siyaseta sîstematîk a afirandina koçberan û bikaranîna wan wek ked, tam ciwan in.
Ciwanên ji vî nifşê nû, ku di nava qeyran û zehmetiyên girankirî de mezin bûne, di reva xwe ya ber bi Ewropa yan jî herêmên din ên cîhanê de, hêviyên xwe bi hişmendiya ku ji aliyê pergalê ve hatiye firotin, ku wê mirov bikaribe jiyaneke birûmet biafirîne eger koçî van navendên cîhanê, hêzên kapîtalîst ku wek navendên şaristaniyê tên destgirtin, bikin. desthilatdariya kapîtalîst – ku weke navendên şaristaniyê tên destgirtin, gel û mirovên ji sîstemên primitive û hov qebûl dikin. Di dema qeyrana penaberan de ku ji ber şerê li Ukraynayê derket holê, muameleya cûda di navbera koçberên Ewropî û koçberên ji Rojhilata Navîn an Afrîkayê de diyar bû, ji ber ku hemî welatên Ewropî deriyên xwe vekirin û xanî û kar bêyî lêçûn û pirsan pêşkêş kirin. Analîza pêşkêşvanekî televizyona ewropî, dema ku cudahiya di navbera koçberên Ukrayna û Sûriyê de analîz kir, yek jî wekî civakek şaristanî û ya din wekî barbarên bêçand dinirxand, di manşetên cîhanê de deng vedabû.
Îro ji ber vê rastiyê, ciwanên ku koçî navendên modernîteya kapîtalîst kirine, ji aliyê beşeke mezin a gelê herêmê ve ku cudahiyên çandî û dîrokî yên heyî qebûl nake, rastî kriminalîzekirinê tê. Bi çavê mêtingehkirin û nêrîna ku ewrûpa wek navenda hertiştî dibîne de, civakên Ewropî van koçberan wek însanên çîna duyemîn dibînin, ku tenê kêrî wêqesê tên xizmeta wan bikin (ev bi karên ku ji bo koçberan hatine wezîfedarkirin û marjînalbûna wan a civakî berbiçav e). Piraniya van ciwanan û malbatên wan li kampên penaberan dimînin, mîna girtiyên bi şert têne muamelekirin û her tim bi şik û guman li wan tê mêzandin. Di bin bandora vê rastiyê de û hîn jî bi xewn û xeyalên jiyaneke şeqsî yên ku ji hêla reklama xapînok a medyaya dîjîtal ve têne belavkirin bawer dikin, ev ciwan dawiyê de digihêjin xaçerêyek bêrehm ku çareya wê tune. Yan wê rastiya ku ji aliyê sîstemê ve hatiye ferzkirin û marjînalbûna wan a civakî û bê navber şik û guman ji wan girtinê qebûl bikin, yan jî wê berê xwe bidin komên rêxistinkirî yên ku mijara kaosa civakî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û ciwanan weke girseyeke ji bo pilangerandinê bikartînin, da ku narkotîkan bifiroşe bazarên mezin ên Ewropayê. Ne ecêb e ku komên neteweperestên Ewropî vê argumanê bikar tînin da ku mijara dij-koçberiyê derxînin pêş û hewl didin rastiya xwe ya nijadperest û faşîst veşêrin.
Ji bo ku nekeve nava xeyalên jiyana alternatîf tenê yek çareserî heye, divê her ciwanek rastiya xwe, dîroka Rojhilata Navîn û berjewendiyên li pişt van nakokiyên ku pîlan û projeyên pergala kapîtalîst in ên ku vê herêma dîrokî û qedîm xera dikin, baş bizane. Pêwîst e rastiya şerê taybet ku li dijî ciwan û kesên li vê xakê dijîn were fêmkirin, divê were fêmkirin welatparêzek rasteqîn tê çi wateyê û dev ji axa ku ewqes nifş lê jiyan kirin bernede, li vê herêma ku şaristaniyan afirandiye, û di belavkirina zanebûn û jiyanê de bûye pêşeng.