KOBANÊ – Îro li bajarê Kobanê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li hemberî zêdekirina êrîşên dagirkerîya dewleta Tirk li ser axa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kom bûn û ji bo bilindkirina moralê stranên şoreşgerî bi hev re gotin. Ciwanên Şoreşger didin nîşandan ku bi axa xwe girêdayî ne û ji êrîşên dijmin natirsin.
Di 3 rojên dawîyê de dewleta faşîst a Tirk li ser tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê êrîşên xwe yên hewayî zêde kir, bi taybet bi hedefkirina sazîyên avê, kerebe, petrol û nexweşxanêyan jî. Li tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê çalakîyên gel yê şermezarkirina êrîşên dagirker tên li darxistin.