ŞEHBA – Di 07’ê Cotmehê 2023’an de bi boneya salvegera 25’êmîn komploya 9’è Cotmehê li dijî Rêber APO li Şehbayê konê xwepêşandanê aliyê endamên tevgera ciwanên şoreşger hat vekirin.
Li qada Ajotinê ya Fafînê gelê Efrînê bi xwepêşandanekê salvegera 25’êmîn a komploya navdewletî ku li dijî Rêber APO û azadiya gelê Kurdistan hatiye derxistin protesto kir. Xwepêsandanê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û li ser navê PYD’ê daxuyanî ji aliyê mamoste Fadil Çawîs ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de komploya 9’ê Cotmehê bi tundî hat şermezarkirin.
Di dawiyê de xwepêsandan bi siloganên “Bê Serok jiyan nabê” bi dawî bû.