QENDÎL – 25 sal berê Rêber Apo ji aliyê hêzên nav dewletî ve bi komployêkî namerdane bi avayêkî fîzîkî hate dil girtin. Ev komplo ji alîyê dewletên hegomon û bi destê dewletê faşîst a Tirkiye ve hate kirin. Armanc û hedefa vê komplo jî têk birin û tune kirina xebata tevgera azadi a gelê Kurd û Kurdistanê bû. Di heman demê de kuştina hêviya azadî bû.
Di tevahî dîroka gelê Kurd û Kurdistanê bi pêşengtiya Rêber Apo têkoşînêk ji bo her çar parçeya Kurdistanê û tevahî mirovahîyê destpê kir.
Ev têkoşîn mîna hêviyêkî nûjen ji bo tevahî gelên herêmê û mirovên azadîxwaz hat dest girtin û heya roja me ya îro jî didome. Ev têkoşîn bû çavkaniyê coş û moral. Mîna agirêkî germ û gor her diçe geştir dibe. Volkanên vî hemu neyar û dijminên gelê Kurd ditirsîne û serdema pêkanîna komployêkî bi vî rengê ye. Konsepta vê komplo têk birina bîr û hizirê azadîxwazane di nav hemû gelên azad de ye û armanca wan jî tûne kirina îradeya Apoyî ye.
Dijminê faşîst û qirker bi rêbazê cur bi cur xwest îradeya Apoyî ku di pêşengtiya Rêber Apo derketiye pêş teslîm bigre. Lê belê Rêber Apo têkoşîna xwe ya dîrokî çargoşeya İmralî kir qada berxwedan û têkoşînêk bê mînak ya dîrokê. Rêber Apo bi têkoşîna xwe dîwarên Îmralî hilweşand û fikir û ramanên xwe bêlavê hemû cîhanê kir. Ev têkoşîn nîşanê me da ku ne tenê dijmin bi ser neket, dijmin her diçê lewaz tir dibe.
Roja me ya îro jî bi avayêkî hovane êrişî ser civak û nirxên mirovahiyê dike. Em jî wek Gencên Welaatparêzê Binarê Qendîl li hemberê erişên topyekun a dijminê faşîst û qirker helwêstê xwe diyar dikin ku têkoşîna xwe bigihnin asta herî bilind û bi rêbazê parastina rewa li hemberî dijmin heya dawî berxwe bidin. Bi stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî amadene pêşengtî ji civakê re bikin û têkoşîn û gavên xwe ya parastinê bilindtir bikin. Bi avayekî fîzîkî Rêberê xwe azad bikin û dijminê faşîst têk bibin.
Bimre Dewletê Tirk ya faşîst, qirker û dagîrker.
Bijî Kurd û Kurdistanê.
Bijî Rêber Apo
Bimrê Xiyanet
Gencanê Eelatparêz yên Binarê Qendîlê