ŞEHBA – Ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî dijî Rêber Apo ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, li Kantona Şehbayê çalakiya konvedanê bi pêşengtîya Tevgera Ciwanên Şoreşger duh dest pê kir. Îro çalakî li Qada Ajokaran a navçeya Fafînê bi beşdariya sedan xelkê Şehbayê û koçberên Efrînê dewam dike.
Di roja duyemîn de jî rêvber, endamên Kongra Star, Meclîsa Edaletê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Desteya Çand û Hunerê, Tevgera Çand û Hunerê, rû spî û oldarên herêmê beşdar bûne. Di çalakiya ku bi dirûşmeya “Dîwarên Îmraliyê hilweşînin, Cenga Azadiyê Serbixin” hatiye bi rêxistin kirin, wêneyên Rêber Apo hatine hildan û dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” hat berzkirin.
Di çarçoveya çalakiyê de ji aliyê rêvebera Desteya Ciwanan Emîne Ebdu, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Dicle Mamo û aliyê endamê Rûspiyên herêma Şehbayê Welîd Hemede ve daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de Kompleya 9`ê Cotmehê hat şermezarkirin û hat derstnîşankirin ku ji dema dîlgirtina Rêber Apo ve Dewleta Tirk a dagirker tevahî cureyên îşkenceya derûnî û bedenî li dijî wî dimeşîn û hewl dide vîna wî bişikîne, lê dîsa jî bi ser nakeve. Di dewama daxuyaniyê de bal li ser têkoşîna Rêber Apo a dijî pergala îşkenceyê ya Îmraliyê jî hat kişandin û hat gotin: “Ne tenê gelê Kurd lê belê tevahî pêkhate û gel divê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin û li ber xwe bidin. Heta Rêbertî azad nebe, têkoşîn ranaweste. Ji ber ku beyî wî aştî li cîhanê pêk nayê.”
Piştî daxuyaniyê li qeydên deng ên Rêber Apo hate guhdarîkirin. Li gorî komîteya amadekar a çalakiyê, dê di nava çalakiyê de çalakiyên hunerî jî bên lidarxistin û helbest werin xwendin.
Çalakiya konvedanê wê sibê bi meşekî girseyî bi dawî bibe.